Dewleta Tirk hê jî navçeya dîrokî ya Amedê Sûrê xera dike. Li vê navçeyê, ku li 6 taxên wê "qedexeya derketina derve" dewam dike, 40 hezar mirov bê mal man û cihên ev xanî lê bûn bi erdê re bûn yek. Avahiyên dîrokî yên 300 salî ji binî ve hatin xerakirin û hikûmetê têkildarî Sûrê bi lez û bez biryara 'îstimlaqkirinê' dabû. Vê polîtîkaya hilweşandin û talanê ya dewleta Tirk bandor li Geliyê Dîcle û Bexçeyên Hewselê yên 8 hezar salî jî kir. Geliyê Dîcle û Bexçeyên Hewselê ji aliyê UNESCO ve di nava Lîsteya Mîrateyên Çanda Cîhanê de hatin bicihkirin. Lê l gorî xala 9. a Qanûna Îmarê ya bi hejmara 3194 û benda (g) a fiqreya 1. a xala 2. a Biryarnanameya di Hukmê Qanûnî de a bi hejmara 644'an, Geliyê Dîcle û Bexçeyên Hewselê ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve weke "Qada Projeya Taybet" hate ragihandin. Lê belê li ser vê projeyê agahî ji kesî re nayê dayîn. Projeya ku di 28'ê Kanûna 2016'an de hat erêkirin, diviyabû heta niha bihata eşkerekirin, lê belê tevî kuk 18 roj di ser re derbas bûne, hê tê veşartin. 15 roj beriya erêkirina projeyê, li hin cihên Bexçeyên Hewselê dar hatin birîn.
NAVEROKA WÊ NA YÊ ZANÎN
Ne diyar e bê ev dever ji aliyê wezaretê ve bi çi rengî were bikaranîn. Hevseroka Odeya Plansazên Bajêr Şaxê Amedê Buşra Cîzrelîogûllari li ser projeyê ji ajansa me re axivî û nerazîbûn nîşanî eşkerenekirina projeyê da. Cîzrelîogûllari diyar kir beşek ji Geliyê Dîcle û Bexçeyên Hewselê weke "Qada Projeya Taybet" hatiye ragihandin û got, "Li vê qadê, hin guhertin di plana îmarê de tên kirin." Cîzrelîogûllari da xuyakirin, ku li ser vê projeyê wan ti agahî peyda nekirine û got, "Em nizanin bê kîjan qad weke qada projeya taybet hatiye ragihandin. Geliyê Dîcle û Bexçeyên Hewselê qadeke gelekî berfireh e. Em nizanin cihê destpêkirina pêkanînê ku der e."
EGER PROJE NEYÊ DAYÎN WÊ ÎTIRAZ LÊ BÊ KIRIN
Cîzrelîogûllari anî ziman, ji ber ku ew nikarin naveroka Qada Projeya Taybet bi dest bixin, nikarin xebateke teknîkî jî bimeşînin û wiha dewam kir: "Projeya hatiye erêkirin, divê eşkere û ji raya giştî re were ragihandin. Di vî warî de hukmên zelal ên rêvebernameyan hene. Mafê gel, mafê şêniyên bajêr tên talankirin."
Cîzrelîogûllari işare bi mafê îtirazê kir û da zanîn, ku wan ji Midûriyeta Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê proje xwestine û eger agahî ji wan re neyê dayîn ew ê îtiraz bikin.
Cîzrelîogûllari bibîr xist, ji bo îtiraza li projeyê 30 roj wext heye û anî ziman, ji bo îtiraz bê kirin divê ew bi naveroka projeyê zanibin.
'UNESCO BÊDENG E'
Buşra Cîzrelîogûllari diyar kir, Geliyê Dîcle yê di nava Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO de cih digire, cihekî divê bê parastin e û ragihand, li şûna parastina ev nirxên çandî, bi afirandina projeyên bi vî rengî astengiyeke mezin li pêşiya parastina van qadan tê derxistin. Cîzrelîogûllari bal kişand ser bêdengiya UNESCO li pêşberî vê projeyê û diyar kir, ji bo UNESCO dest li vê xisarê werde, wan gelek caran serlêdan kirine, lê UNESCO bêdeng maye. Cîzrelîogûllari da xuyakirin, ku UNESCO serlêdanên şexsî û saziyî qebûl nake û got, "Ji ber ku saziyek navbera dewletan e, bersiv ji serlêdanên me yên şexsî re nehat. Di rewşeke bi vî rengî de divê Komara Tirkiyeyê serlêdanê bike, ku têkildarî van cihên di bin parastinê de ne, xebat bê meşandin. Ji xwe ji ber ku dewlet li dijî projeyên xwe serlêdanê nake, Sûr bi qedera xwe re rû bi rû hatiye hiştin."
'PROJE NE KARÊ BI AQILAN E'
Cîzrelîogûllari bibîr xist, ku li Geliyê Dîcle û Bexçeyên Hewselê şer neqewimiye, lê tevî vê jî hewl tê dayîn bi projeyê zerar lê bê kirin. Cîzrelîogûllari got, "Ev der bi xweza û karaktera xwe tê naskirin. Beriya niha weke rezervê avahiyan hatibû ragihandin. Hewl tê dayîn projeyên ne karê bi aqilan e, bi cih werin anîn. Şaredarî û rêxistinên civakî yên sivîl beriya niha li ber projeyên dewletê radibûn û dibûn asteng. Lê niha hewl dide bi nava şert û mercên Rewşa Awarte de tişta dixwaze bike."
'BIRÎNA DARAN QANÛNÎ NÎNE'
Cîzrelîogûllari da xuyakirin, ku hê proje nehatibû erêkirin, birîna daran dest pê kir û got, "Ya ku dixwazin bikin her çi be, berî 10 rojan li Bexçeyên Hewselê û Geliyê Dîcleyê dest bi birînara daran kirin. Ev yek qanûnî nîne. Em ê hewl bidin xwedî li vê qada dîrokî û xwezayî derkevin."