Gelê Qersê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Bîlgen da

Gelê Qersê destgîrkirina Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen şermezar kir û gotin, “Kesên ne diz bin û xebatkar bin, dev ji wan bernadin.”

Duh Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî tê de gelek rêveberên HDP’ê hatibûn destgîrkirin. Îro jî heyeta HDP’ê çûn taxên ku şaredariyê rêyên wê asfalt kiribû û peyarê lê çêkiribû.

Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, parlementerên HDP’ê Şevîn Coşkûn, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Habîb Eksîk, Abdullah Koç , Mûrat Sarisaç û hevserokên HDP’ê yên bajêr çûn taxa Şehîtler. Heyeta HDP’ê tevî karkeran peyarê çêkirin.

Şêniyekî taxê diyar kir ku heta niha li kolana wan tu xizmet nehatibû kirin û bi saya HDP’ê rê hatine çêkirin. Şêniyên taxê diyar kirin ku her roj çopa wan tê berhevkirin û rê tên paqijkirin. Şêniyekî taxê bi heyeta HDP’ê re sohbet kir û got, “Ez ne HDP’yî me. Ne Kurd im jî. Lê divê mirov heqê xebatkaran bide. Tekane daxwaza me ev e ku Ayhan Bîlgen were berdan. Ez 17 sal in li Qersê me, cara pêşîn kesekî wisa xebatkar dibînim.”

Muxtarê Taxa Hafiz Paşa, Şukru Torûman jî got, “Kesê ku divê biçe ne Ayhan Bîlgen e, yên beriya wî ne.  Kesên ne diz bin û xebatkar bin, dev ji wan bernadin. Piştî 25 salan me li taxa xwe çêkirina rêyan dît. Bîlgen belasebeb hate destgîrkirin. Bi wî re bajarê me xweş dibû. Ev bajar ji nû ve ava dibû.  Ayhan Bîlgen kesekî dilsoz bû, hêvîdar im dîsa were ba me.”