Gelê Mexmûrê bi meş û mîtîngekê komploya 15’ê Sibatê protesto kirin

Li Wargeha Penabera a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi tevlîbûna welatiyên wargehê ji heft salî heta heftê salî bi meş û mîtîngekê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê protestokirin.

Gelê Wargeha Penaber a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya şermezarkirina 19 salvegera komploya navnetewî ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li welatê Kenya hate revandin û radestê Tirkiyê hate kirin, bi tevlîbûna gelê wargehê ji 7 salî heta 70 salî  di li pêşiya şaredariyê kombûn û dest bi meşê kirin.

Di meşê de pankartên bi nivîsa ‘Rêberê me îradeya me ya siyasî ye’, ‘ Azadiya Rêber Apo azadiya gelane’ û ‘ Bi Ramanê Rêber Apo sîstema kapîtalîst têk diçe’ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên HPG,YJA Star,YPG,YPJ,KCK, KJK hatin bilindkirin.

Piştî ku meş gihişte Qada Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê ve mîtîngek bi heybet hate lidarxistin. Di mîtîngê de dirûşmên ‘Bimre xiyanet’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’, ‘Ji Bo Azadiya Ocalan SERÎ HİLDE’ hatin qîrkirin.

Di mîtîngê de Hevserokê Rêveberiya Meclîsa Gel Huseyîn Kara axivî. Kara di destpêka axaftina xwe de berxwedêrên Berxwedana Serdemê silav kirin û komploya navneteweyî şermezar û lenet kir. Kara wiha pêde çû:  “Em komploya 15’ê Sibatê ya hêzên faşîst, dagirker û xwînmij şermezar dikin. Wê berxwedana Îmralî ev pîlan û pirojeyên wan yên qirêj vala derbixe. Çawe ku li Kobanê pîlanên wan hat vala derxistin, wê li Efrînê jî bi berxwedana gel û şervanên azadiyê, bi piştgiriya gelê Kurd vala were derxistin. Bi vê boneyê em 19’emîn komploya navnetewî şermezar dikîn. Em berxwedana serdemê, berxwedana gelê Kurd û tevayî dostên wan silavdikîn. Serkeftin her tim ya gelê Kurd e û rûreşî ya komplogerane.”

Mîtîng bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ û ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ bi dawî bû.