Gelê Mexmûrê: Bi êrîşa li dijî Efrînê re Kurd naqedin

Bi hezaran kesên li Kampa Penaberan a Mexmûrê dimînin, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin.

Bi hezaran xwendekar, mamoste û şêniyên Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), ji bo destekê bidin Berxwedana Serdemê ya ku 26 roj in dewam dike, meşeke girseyî li dar xistin.

Xwendekar li gel mamosteyên xwe ji ber dibistanên xwe heta ber Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê meşiyan.

Bi hezaran kesên li vir li hev civiyan, ji bo bîranîna şehîdên azadî û demokrasiyê deqeyek rêz girtin.

Mamoste Îshaq Kara piştre daxuyanî da û bi bîr xist ku li Efrînê ji zarokan heta extiyaran her kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe diidn. Kara got, "Bêdengiya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk, hevkariya sûcê dagirkeran e. Bi êrîşa li dijî Efrînê re dixwazin gelê Kurd tine bikin, sîstema demokratîk a li Rojava tine bikin. Lê belê dewleta Tirk wê li Efrînê bi ser nekeve, mîna DAÎŞ'ê ew ê jî têk biçe."