'Gelê Kurd wê xwedî li îradeya xwe derkeve û deng bide HDP'ê'

Endamên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê fikarên xwe yên li ser hilbijartinên xwecihî yên roja Yekşemê anîn ziman û diyar kirin, gelê Kurd wê xwedî li îradeya xwe derkeve û deng bide HDP'ê.

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê bal kişandin ser zext û zordariya di dema propaganda hilbijartinê de tên kirin û bang li gelê Wanê kirin ku xwedî li sindoqan û demokrasiyê derkeve.

Serokê Van Çev-Derê Alî Kalçik bi bîr xist, li Tirkiyeyê 70 sal in hilbijartinên xwecihî tên kirin û got, "Lê belê cara yekê ye ku Kurd bi biçûkxistin û heqaretê li derveyî hilbijartinê tên hiştin. Gel êdî bala xwe nade ser pirojeyan. Serdema heyî ji hilbijartinê jî wêdetir e.

Di dîroka me de cara yekê ye ku gel di hilbijartinên şaredariyê de biçûk tê xistin. Em ê li dijî feraseta ku mirovan biçûk dixîne, terorîze dike û dike dijmin, dengê xwe bidin. Eger rêvebirina Kurdan a şaredariyê jî ji bo wan weke pirsgirêka mayindebûn û paşerojê tê dîtin, wê demê em ê jî bi vî rengî biçin ser sindoqan. Ev yek ji bo me ne tenê hilbijartin e, di heman demê de referandûm e."

TMMOB: BÛYERÊN KU TÊN SERÊ ME NAHÊLIN KU EM XWEŞBÎN BIN

Endamê TMMOB'ê Şemsettîn Bakir diyar kir, ew li bendê ne ku di nava şert û mercên demokratîk de hilbijartin bê kirin û got, "Em dixwazin her kes bi rengekî azad karibin dengê xwe bidin. Lê belê xuya ye hêviya me ya di vî warî de ji holê radikin. Pirsgirêkên mezin hene. Li Wanê hilbijartin ji xwe wê di navbera du partiyan de pêk were.

HDP û Tifaqa Cûmhûr wê li ber xwe bidin. Lê xuya ye gel herî zêde nêzî namzetên HDP'ê ye. Ji ber nerazîbûna ji qeyûman û girtina hevşaredaran wê gel dengê xwe bide HDP'ê. Ji bo careke din qeyûm neyê tayînkirin, xuya ye wê gelê Wanê bi rêjeya 70'ê ji sedî dengê xwe bide HDP'ê. Hêvîdar im piştî hilbijartinê wê aştî û demokrasî bê welêt."

DÎSA-DER: BILA BIBE HILBIJARTINEK KU HÊVIYA ME MEZINTIR DIKE

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çand Huner û Ziman Salih Sertkal jî bal kişand ser zimanê tund ê di propaganda hilbijartinê de tê bikaranîn û diyar kir, ev yek rê li ber tirs û fikaran vedike. Sertkal got, ew hêvîdar in wê roja hilbijartinê ev yek nebe û her kes wê karibe bi rengekî azad dengê xwe bide."

Sertkal ragihand, ew ê jî di hilbijartinê de bibin çavdêr û got, "Em hêvîdar in wê sibeha 1'ê Nîsanê aştî û demokrasî xurt bibe, bibe hilbijartinek ku hêviya me mezintir dike."