Gelê Ereb ji bo Efrînê daket kolanan

Erebên li Şengalê êrîşên dewleta Tirkiyeyê ên li dijî Efrînê protesto kirin û ji bo Efrînê banga piştgiriyê kirin.

Gelê Efrînê berxwedaneke destanî dinivîse û gel jî li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk piştgiriya Efrînê dikin.

Erebên li Şengalê meşek lidarxistin û banga xwedîderketina berxwedana Efrînê kirin.

Di meşê de sloganên ‘Erdoganê qatil, DAÎŞ’a qatil’, ‘Efrîn azad e, ew ê azad bimîne’ hate berzkirin û wêneyên Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr hatin hildan.

Piştî meşê daxuyanî hate xwendin.

‘ERDOGAN DIXWAZE WARÊN ME DAGIR BIKE’

Li ser navê girseyê Şêx Abdullazîz Kenan Tihemîr daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin nirxandin:

“Erdogan ji bo berfirehkirina axa xwe û ji bo dagirkirina warên gelên din li Iraq û Sûriyeyê çeteyên DAÎŞ’ê jî tê de gelek çete xwedî kir û van çeteyan êrîşî gelan kir.Em heta dawiyê bi berxwedana Efrînê re ne. Em dibêjin Efrîn azad e û ew ê azad bimîne.”

‘DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ MUDAXELE BIKIN’

Piştî daxuyaniyê Adil Huseyîn Alî Huseyîn ê ku tevlî meşê bû ji ajansa me re axivî û got, “Em îro diyar dikin ku em bi gelê Efrînê yê berxwedêr re ne. Erdogan gelek sîvîl qetil kir. Divê hêzên navneteweyî ji bo Efrînê mudaxele bikin.”

BANGA JI BO EŞÎRÊN EREB

Kesê bi navê Adil Miferreh Feryan Rêyan jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û bang li eşîrên Ereb kir ku bila ji bo Efrînê rabin pêyan.