Gelê Binarê Qendîlê komploya navdewletî şermezar kir

Gelê Binarê Qendîlê di salvegera 15’ê Sibatê, Komploya Navdewletî de, ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komplo şermezar kir û got, Ocalan komplo bi têkoşîna xwe pûç kiriye.

Bi mabesta salvgerea 15’ê Sibatê Komploya Navdewletî li gelek cihan  meş û çalakî hatin çêbûn. Gelê Binarê Qendîlê jî ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya jin û ciwanan meşiya. Gelê Binarê Qendîlê bi yek dengî gotin  komploya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya li hember hemû gelê Kurd e. Her wiha hate gotin  Rêberê gelê Kurd komlo bi têkoşîn û berxwedana xwe pûç kiriye.

EM JI BO RÊBER APO 7 SAETAN MEŞIYAN

Çaleger Rûken û Ronahî Kato gotin ew ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heft saet meşiyane. Çalekgerna diyar kirin ku ew komployê şermezar dikin û gotin,  “Em ji bo Rêberê xwe Abdullah Ocalan 7 saet meşiyan û hatin binarê Qendîlê. Paradîgmaya Rêber Apo ji  hemû gelan û jinan azadiyê tîne. 15 Sibatê ji bo me rojeke reş e. Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest e. ‘’

FELSEFEYA RÊBER APO LI HEMÛ DEVERAN BELA BÛ

Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Gulale Osman jî komloya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, “Ev komplo di şexsê Rêber Apo de li ser hemû gelê Kurd bû. Kesên ku Rêber Apo dîl girtin xwestin ku hemû gelan bixin bin destên xwe. Lê belê felsefeya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bû. Ne tenê gelê Kurd îro gelek netew Rêber Apo wek rêberê xwe dibînin. Ev jî têkçûna komlogeran e.”

RÊBER APO FIKRA AZADIYÊ DA BER HEMÛ GELAN

Ciwanên Binarê Qendîlê jî komloya navdewletî şermezar kirin û gotin: “Dewletên dagirker bi planeke faşîst Rêber Apo dîl girtin. Rêber Apo ne tenê li ber gelê Kurd fikra azadiyê da ber hemû gelan. Ji bo azadiya gelan têkoşîneke mezin meşand û hîn jî li Îmraliyê têdikoşe. Hemû gelê Kurd û gelên cîhanê jî divê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyan pêk bînin û felsefeya wî nas bikin.”

KOMPLOGER NIHA JÎ ÊRÎŞÊ DIBINE SER EFRÎNÊ

Hesen Mecîd jî di derheqê salvgera  15 Sibatê  Komloya Navdewletî axivî û wiha bi nav de çû: “Em îro ji bo şermezarkirina komloya navdewletî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bûn. Despekê em vê komployê şermezar dikin. Komloger niha jî êrîşê dibine ser Erînê. Sivîlan qetil dikin. Rêber Apo ne tenê gelê Kurd Rêberê hemû gelan bû. Dixwest her kesî ji bo fikreke bi rûmet perwerde bike. Ji bo vê Komploya navdewletî li hember hemû gelê Kurd û gelê cîhanê bû. Lê belê Rêber Apo komplo pûç kir.’’