Gelê Başûr êrîşên dagirkeriyê şermezar kir

Li Silêmaniyeyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Şoreşger meşek bi meşaleyan hate lidarxistin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Ciwanên ku li Baxê Giştî ya Silêmanî li hev civiyan, ji bo balê bikişînin ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li kolana Saholekeyê belavok li welatiyan belav kirin.

Ciwan ji Baxê Giştî heta kolana Saholeke meşiyan û dûre daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Ji Tevgera Ciwanên Welatparêz Akam Berzencî daxuyanî xwend û diyar kir, dewleta Tirk ji bo gelê Kurd li her derê tine bike û axa wan dagir bike, tevdigere.

Berzencî got, "Dewleta Tirk û terorîst Erdogan êrîşî çiyayên a Başûrê Kurdistanê dike. Lê bila terorîst Erdogan baş zanibe, wê ne karibe Qendîlê, ne jî Başûrê Kurdistanê dagir bike. Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabe û li ber xwe bide. Em ê nehêlin ku Bradost, Qendîl, Sîdekan û herêmên din ên azad ji aliyê dewleta Tirk ve bên dagirkirin."

WÊ BIÇIN QENDÎLÊ

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku 8'ê Hezîranê roja înê saet 8'an wê li Parka Nalî ya Silêmaniyeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û piştre biçin Qendîlê.

Wekî din, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Çemçemal, Seyîdsadiq, Sengeser û Hewlêrê bi meşaleyan meş hatin kirin. Di çalakiyan de dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin û bang li gelê Başûr hate kirin ku li ber êrîşên dagirkeriyê rabe.