BI DÎMEN

Gelê Başûr: Êrîşên bi ser Şengalê de li Enqerê hatiye plankirin

Gelê Kerkûkê li dijî êrîşên PDK û çeteyên girêdayî Tirkiyê yên bi ser Şengalê, hêzên YBŞ-YJŞ'ê de helwest nîşan dan û gotin, ''hemû Kurd û partiyên siyasî divê li dijî van êrîşan helwesta xwe nîşan bidin''.

Sabir Mahmûd: Em gelê Kerkûkê êrîşan bi ser Şengalê, YBŞ'ê de şermezar dikin. Ev êrîşkar dijminên gelê me ne û bi planeke hevkar a dijmin ev êrîş pêk hatine. Em ê bi ti rengî vê qebûl nekin.

Bila her kes baş pê bizanibe ku em ê şerê birakujiyê qebûl nekin. Lê em ê ti caran destûr nedin ku kesek êrîşê bîne bi ser gelê me de.

Şino Ismaîl: Tê fêhmkirin ku dixwazin dîsa şerê birakujiyê bikin. Em ê vê qebûl nekin. Ji bo vê jî ez bang li hemû aliyan û partiyên siyasî dikim ku li dijî vê şerî rawestin. Dewleta Tirk bi van planên êrîşê dixwaze Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Ji bo vê jî divê her kes li dijî vê dagirkeriyê raweste.

'ÊRÎŞ XIZMETA DAIŞ Û DEWLETA TIRKI DIKIN'

Mamoste Aso: Hişkere ye ku ev plana êrîşê ya bi ser Şengalê de bi Tirkiyê re hatiye amadekirin. Di serdena Mesûd Barzanî ya Tirkiyê de plana êrîşa Şengalê hatiye danîn. Ev êrîş bi ti rengî xizmetê ji yekîtiya Kurd re nakin û em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Lê xaleke zelal heye: Ev êrîş xizmetî DAIŞ'ê û dijminên Kurda ndikin. Ji bo vê jî banga min li  gel ew e ku helwesta xwe nîşan bidin.

Bako Kazim:  Li Şengalê hêzên ku êrîş bi ser Şengalê, YBŞ'ê de anîne ji hêla Tirkan ve hatine perwerdekirin. Dewleta Tirk van li dijî têkoşîna azadiya Kurd bi kar tîne. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Bila her kes bizanibe ku ev êrîş wê rê li ber veke ku dewleta Tirk Başûr dagir bike û şerê navxweyî di nav Kurdan de derbikeve.''