Gel li dijî birîna daran nerazîbûnê nîşan dide

Piştî banga Baroya Şirnexê ya ji bo rawestandina birîna daran a li bajêr, 180 kesan serî li walîtî û qeymeqamtiyê dan.

Nezî du sal in li Herêma Besta ya Şirnexê, li çiyayên Cûdî û Gabar di bin çavdêriya leşkerên Tirk de ji aliyê cerdevanan ve daristan tên birîn û qirkirin. Di nava 2 salan de bi deh hazeran ton dar hatin birîn û ji bo firotinê birin bajerên weke Riha, Dîlok û Mereşê. Ji bo rawestandina birîna daran gelek caran bang hate kirin.

Herî dawî Baroya Şirnexê bi sernavê “Banga me ji bo welatiyan” daxuyaniyek weşand û xwest ku gel ji bo rawestandina komkujiyê serî li Walîtî û Qeymeqamtiya Şirnexê bidin. Piştî banga baroyê li Şirnex, Cizîr û Silopiyayê zêdeyî 180 kes ji bo rawestandina birîna daran serî li walîtî û qeymeqamtiyê dan.

Tevî ku du roj li ser banga Baroya Şirnexê derbas bû li navenda Şirnexê 150, li Silopyayê zêdeyî 20 û li Cizîrê ji zêdeyî 10 kesan têkîldarî mijarê daxwaznameyên xwe dan walîtî û qeymeqamtiyê.

Kesê bi navê Mûhammed Darga xwest daxwaznameya ku amade kiribû radestî Qeymeqamtiya Cizîrê bike. Lê qeymeqamtiyêanî ziman ku ew nikarin vê serlêdanê qebûl bikin û Darga beraliyê Walitiya Şirnexê kirin. Li ser vê yekê Darga daxwaznameya ku amede kiribû bi rêya postayê ji Walîtiya Şirnexê re şand.

Her wiha Baroya Şirnexê careek din bang li gel kir ku pêşnûmeya daxwaznameyê îmze bikin û ji walîtî û qeymeqamtiyê re bişînin.