Gel li Êlihê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo‘ meşiya

Bi hezaran kesên ku li qada Newrozê ya Êlihê daxwazên xwe qîr kirin piştî Newrozê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê serok jiyan nabe” ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Newroza ku bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk li Êlihê hat pîrozkirin, bi meşa hezaran bi dawî bû. Piştî Newrozê bi hezaran kes bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” ji qada Newrozê ber bi Cadeya Nergîzê ve meşiyan.

Dema baskê meşê yê bi kîlometreyan dirêj gihişt Xaçerêya Nêrgîzê polîsan xwestin bi berdana guleyan pêşî li girseyê bigirin. Ciwan û jinên li vir agir pêxist bi îşareta serkeftinê, tilîlî û dirûşmeyan li ber xwe dan. Ji şaneşînên avahiyên derdorê ji girseya ku demekî dirêj çalakiya xwe domand re bi çepik û tilîliyan piştgirî hate dayîn.

Di çalakiyê de girseyê her tim bi hev re dirûşmeyên “HikÛmet îstîfa” û “Em ê bi berxwedanê qezenç bikin” berz kirin. Polîsên ku xwestin çalakiyê asteng bikin bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrişî girseyê kirin. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan. Girseya ku demekî dirêj çalakî domand pişt re belav bû.