Gel ji ber êrîşên artêşa Tirk nerazî ye

Gelê Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî hewldanên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê.

Gundiyên Deşta Hertiyê bal kişandin ser hewldanên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina quntarên Evdilkovî yê Xakurkê, Deşta Heyatê, Geliyê Hecî Beg, Geliyê Reş û Kanîreşê û destnîşan kir ku bi vê yekê re dixwazin herêmê ji mirovan vala bikin. Gundiyan bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî kir ku li ber van êrîşan rabe.

Gundiyekî ku ji ber zextên rêveberiya PDK'ê nexwest navê xwe eşkere bike got, "Dewleta Tirk beriya niha sê caran êrîşên hewayî li dijî mala min kir. Di her sê êrîşan de jî mala min hilweşandin. Di êrîşan de gelek xizmên min ên nêz jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Tirk êrîşên xwe yên li dijî gundên me dema dawî zêde kiriye. Êrîş li malên me tên kirin. Hema hema di her êrîşê de bi dehan heywanên me telef dibin."

Gundiyê Deşta Hertê pirsa "Dewleta Tirk çi ji me dixwaze?" kir û got, "Artêşa Tirk bi bahaneya gerîla êrîşî gundên me dike. Her roj xaniyên me xera dike. Heywanên me telef dike. Gelo çima Barzanî li hemberî êrîşên artêşa Tirk bêdeng e? Gelo bajarê Diyana ne bajarekî Başûrê Kurdistanê ye?"

Gundî nerazîbûn nîşanî Barzanî da û wiha dewam kir: "Divê Barzanî baş bi vê zanibe; hikumeta Başûrê Kurdistanê heta niha ti feyde li me nekir. Hikumeta Başûr dewlemend bêhtir dewlemend kir, em gundî jî mehkûmî xizaniyê kir. Qîma xwe bi vê jî neanî, rabû em mehkûmî mirinê kir. Divê Barzanî û PDK tavilê dawî li têkiliyên xwe yên qirêj ên bi dewleta Tirk re bînin û helwesteke zelal nîşan bidin."

Gundiyekî din ku ji ber êrîşên artêşa Tirk zeviyên wî şewitî, ji ber heman sedemê nexwest navê xwe eşkere bike û got, dewleta Tirk dest ji dijminatiya xwe ya li Kurdan bernedaye.

Gundî anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide komkujiyên nû yên mîna Roboskî bike û wiha dewam kir: "Ev yek beriya niha li Behdînanê, li Şeladizê, Qendîlê, Roboskî û gelek herêmên din kirin. Yanî, dewleta Tirk gerîla dike bahane û êrîşî malên me, sewalên me û bexçeyên me dike. Her kes zane ku yekane çavkaniya debarê ya gundiyên Başûrê Kurdistanê çandinî û sewalkarî ye. Dewleta Tirk bi van êrîşan çavkaniya me ya debarê ji holê rake.

Qadên me yên jiyanê û mirovên me bi balafirên şer parçe parçe dike û dixwaze tine bike. Hêzên navneteweyî û herêmî ku her carê qala mafên mirovan dikin, li pêşberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng in. Barzanî û PDK çima li pêşberî van êrîşên giran ên dewleta Tirk bêdeng in?"

Gundiyên Deşta Hertî destnîşan kirin ku bêdengiya li pêşberî êrîşan tê wateya hevkariya vê zilmê û gotin, li dijî êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk divê gel û partiyên siyasî yên li Kurdistanê rabin ser piyan.