Festîvala Cara Sêyan a Şehîd Gênco li Dukanê dest pê kir

Hemû amadekariyên Festîvala Şehîd Gênco li seyrangeha Dukanê ya girêdayî Silêmaniyê qediyane û îro li gorî saeta herêmê di saet 11:00’an de dest pê kir.

Festîvala Çandî ya Şehîd Genco Hesekê ku ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TJCT) û Ciwanên Welatparêz (TCW) ve hatî amadekirin, îro vê di saet 11:00’an de li seyrangeha bajarokê Dukanê ya bi ser bajarê Silêmaniyê ve, dest pê kir û heya êvarî vê wê bidome.

Ji niha ve gelek ciwan ji hemû bajarên Başûrê Kurdistanê berê xwe dane qada festîvalê. Tê payîn ku îro vê di festîvalê de berhemên hûnerî yên cuda, ji tevahiya navçeyên Başûrê Kurdistanê bên nîşandan ku bi tevahî ji aliyê ciwanên beşdar ve hatine amadekirin.

Festîvala Şehîd Gênco festîvaleke çandî ye û her sal tê kirin, ku ji aliyê TJCT û TCW’ê ve tê amadekirin. Festîval li ser navê Şehîdekî ciwan ê Başûrê Kurdistanê ango Şehîd Gênco Hesekê tê lidarxistin.