Fermandariya YRK’ê Şehîd Argêş Hewraman bi bîr anî
Fermandariya YRK’ê bi peyamekê Şehîd Argêş Hewraman bi bîr anî û got, “Em ê heta dawiyê pîvanên ku Şehîd Argeş ji bo xwe esas digirt û di xwe de mezin dikir ji bo xwe esas bigirin.”
Fermandariya YRK’ê bi peyamekê Şehîd Argêş Hewraman bi bîr anî û got, “Em ê heta dawiyê pîvanên ku Şehîd Argeş ji bo xwe esas digirt û di xwe de mezin dikir ji bo xwe esas bigirin.”
Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi peyamekê Şehîd Argêş Hewraman ku di 22’yê Adara 2025’an de li herêma Xakurkê şehîd bû, bir bîr anî.
Peyama YRK’ê wiha ye:
“Di serî de em weke Yekîneyên Rojhilatê Kurdistan bi bihîstina şehadeta şehîd Argeş Hewraman em gelekî xemgîn bûn û heta dawiyê bi êşa gelê xwe yê Hewramanê re ne û ji malbata hevrê Argeş Hewraman re sersaxiyê dixwazin.
Rêhevalê me Argeş Hewraman bi hestê ku ji roja ewil gerîlayan nas dike û heya dawiyê bi wî hestê jiya. Ew hest ji bîr nekir û berovajî wê weke gerîlayekî girêdayî xeta Apoyî her tim di kesayeta xwe de mezin kir û da jiyankirin.
Şehîd Argeş di nava xebatên Rojhilatê Kurdistanê de xwedî wê kesayetê bû ku nêzî 10 salan kar û xebat da meşandin û di nava wan salan de di nav dilê her kesî de xwe bi cih kir û fikir û felsefeya Rêber Apo bê dûdilî ji bo her kesî belav kir. Bêyî ku rawestandinê bizanibe şev û roj kar kir, bibû aşiqê jiyana gerîlayan û her tim li cihên herî zehmet gerîlatî kir.
Şehîd Argeş xwedî wan taybetmendiyan bû ku fedekar û kedkar bû û di nav jiyanê de her tim dilnizim û mutewazî bû. Bi çanda ji malbat û herêma Hewramanê girtibû, bi naskirina Rêber Apo re her tim mîna derwêşekî jiyan kir û pîvanên yek loqme, yek xirqe ji bo xwe kir pîvan û bi vî awayî di nav şertên herî dijwar de jî bi manewiyateke pir mezin jiyan kir û pê bawer kir.
Em pir baş dizanin ku hemî kesên ku şehadeta Şehîd Argeş bihîstine gelekî xemgîn bûne. Weke rêhevalên Şehîd Argeş Hewraman em ê heta dawiyê pîvanên ku Şehîd Argeş ji bo xwe esas digirt û di xwe de mezin dikir ji bo xwe esas bigirin, em ê her tim sekin û dilgermiya bêhempa ya Şehîd Argeş ji bo xwe esas bigirin. Di nav refên me de keda bêhempa û hezkirina bêdawî ya li beranberî jiyana gerîla ya Şehîd Argeş Hewraman wê tu caran neyê jibîrkirin. Heta dawî em ê lê xwedî derkevin û jê re layiq bibin.
Li ser vî esasî em careke din ji malbata rêhevalê xwe Argeş Hewraman û ji hemû herêma Hewramanê ya welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Heta dawî em ê şopdarê xeta şehîdên xwe bin û kesayetên bi vî rengî wê tu carî di nava refên me de neyên ji bîr kirin.”