Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê cejna Êzî pîroz kirin

Fermandariya Giştî ya YBŞ/YJŞ’ê bi daxuyaniyek hevpar a nivîskî cejna Êzî ya civaka Êzidî pîroz kirin.

Fermandarıya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) cejna Êzî ya civaka Êzidî pîroz kir.

Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê ev got:

“Bi hatina cejna rojiya Êzî em cejna hemû miletê xwe pîroz dikin. Em bi hêvî ne rojên miletê me hemû bi cejin û xweşî bin. Em wek miletê Êzidî xwedî çandekê kevin ku vedigere hezaran sala ne. Dîroka civaka me ji berxwedêr û bi qehremana dîrokek têr û tejiye. Wê ti carî berxwedêr û qehreman ji nava civaka me xilas nebin.

Di vê roja pîroz de di şexsê qehremanê mezin şehîd Mam Zekî Şengalî, Berxwedan Tolhildan û Bêrîvan Şengal de bi vê mûnasebetê em tevahî şehîdên xwe ên ku di oxira vê cîvakê de canê xwe fedakirine bi rêzdarî bibîr tînin. Carekê din soza bilindkirina têkoşîna wan didin. Ji bo rizgarkirina keçên me yên dîlgirtî em ê bi hemû hêz û baweriya xwe têbikoşin.

Bi hêviya yekbûn û tifaqa Êzîdiyan pêk were, em vê cejnê dubare li hemû gelê xwe û dostên gelê Êzidî pîroz dikin.”