Fermandariya YBŞ’ê nasnameya şehîdekî ragihand

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Şoreş Hebabî bi qezayekê şehîd bûye û diyar kir ew ê di rêya şehîdan de bimeşin.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî eşkere kir.

Fermandariyê diyar kir ku 5'ê Tebaxa 2020'an şervanê wan Silêman Mirad Nemir Xelef bi nasnav Şoreş Hebabî ji ber qezayekê şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şehadeta şervanê wan Şoreş Hebabî di van rojên salvegera fermanê de êşa wan girantir kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdê YBŞ'ê wiha ye:

Nav û paşnav: Silêman Mirad Nemir Xelef
Nasnav: Şoreş Hebabî
Navê Dayîk: Mircan
Navê Bav: Mirad
Cihê ji Dayîkbûnê: Şengal
Cih û Dîroka Şehadetê: 05.08.2020 / Xanesor

Li ser jiyan û têkoşîna Şoreş Hebabî, di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Şervanê me Şoreş Hebabî di nav eşîr û malbatek welatparêz, bi çand, ol, ax û dîroka xwe ve girêdayî tê dinê. Ev jî bû sedem ku şervanê hê di temenê xwe yê biçûk de wate û girîngiya welatê xwe fêr bibe. Li ser vî esasî xwe ti carî ji çand û dîroka xwe dûr nexist, hewl da ku fêhm bike. Di roja Fermanê de jî, wî dest ji ax û nirxê xwe berneda di salên destpêkê de berê xwe da rêya heqîqetê û beşdarî nava refên tevgera yekineyên berxwedana gelê xwe bû."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji roja destpêkê ya têkoşînê heta şehadetê bi dilgermî kar kir, her tim hewl da serketî be û wezîfeyên girîng bi cih anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tevî hemû zor û zehmetiyan wî bes nedikir, hertim hewl dida ku xwe bi pêş bixîne. Hemû zanist, ezmûn, afrînerî û hebûna xwe xist xizmeta gelê xwe. Em ê têkoşîna doza şehîdan mezin bikin, xewn û xeyalên wan bi têkoşîn û berxwedanê pêk bînin."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Şoreş Hebabî, malbatên şehîdan hemûyan û tevahiya gel hate xwestin û hate gotin, "Soza ku me di roja destpêkê de dan şehîdên xwe em ê li ser wê sozê meşa xwe ya azadiyê berdewam bikin û dibêjin şehîdên me wê her tim bibin pêşengê têkoşîna me."