Fermandariya Hevpar a HBDH’ê: Serfiraziya Garê banga têkbirina faşîzmê ye

Fermandariya Hevpar a HBDH’ê diyar kir ku di vê serdema dîrokî de her helwesta wêrek xwedî wateyeke girîng e û got, “Serfiraziya Garê banga têkbirina faşîzmê ye.”

Fermandariya Hevpar a HBDH’ê derbarê serfiraziya Garê ya gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“ÊRÎŞ NEGIHIŞT ARMANCA XWE

Êrîşa dagirker a ku dewleta Tirk li dijî Garê dabû destpêkirin, bi berxwedana gerîla re têk çû. Piştî berxwedana 4 rojan hêzên artêşa Tirk a dagirker neçar man ku vekişin. Armanca vê êrîşê ev bû ku li Garê bi cih bibin, ji bo dagirkeriya li dijî Mexmûr û Şengalê vê derê ji xwe re bikin pêlik lê ev dagirkerî bi berxwedana gerîla re têk çû. Dagirkeran bi xwe jî diyar dikirin ku ji zû ve ye amadekariya vê êrîşê dikirin lê ev êrîş negihişt armanca xwe.

Hemû qadên li Garê ji hewayî hatin bomberdûmankirin, li cihên ku leşker danîn jî şerên giran çêbû. Di roja pêşîn a dagirkeriyê de li qadên Guzê, Meyrokê, Siyanê, Çemşerîtkê, Çemrobotkî, Yekmalê, Kanîsarkê, Deşta Kafya, Deşta Nehlê ji aliyê balefirên şer hatin bomberdûmankirin. Di heman demê de dora gundên Yekmalê û Siyanê jî ji aliyê helîkopterên Kobra hatin bomberdûmankirin. Bomberdûman 4 rojan bênavber domiya.

LI HEMBERÎ ÎRADE, TEKNÎK Û TAKTÎKA GERÎLA TÊK ÇÛN

Dewleta Tirk a faşîst ku endamekî NATO’yê ye, endustirya xwe spartiye hilberandina alav û amûrên şer û li Sûriye, Rojava, Lîbya û Karadagê tecrubeya şer stendiye, li hemberî îrade, teknîk û taktîkên gerîlayan têk çûn. Careke din derketiye holê ku gelên bindest ji tank, top û balefirên serweran mezintir in. Berxwedana destanwarî ya Garê ji bo gelê me bûye banga ‘li hemberî îradeya şoreşgerî tu hêzên paşverû nikarin bisekinin’.

Milîsên me jî li bajarên ku bi hezaran polîs, notirvan, noker û MOBESE lê hene, di sala 2020’an de 63 çalakî kirine. Di sala 2021’an de jî hema bibêje rojê çalakiyek kirine û li dijî dorpêça faşîst, pêngava dorpêça şoreşgerî bilind kirine.

Em Fermandariya Hevpar a HBDH’ê di meşa serfiraziyê ya gelên xwe de didin pêş, milîsên xwe yên her roj çalakiyekê dikin û gerîlayên xwe yên li bajar û çiyayan silav dikin. Hêzên me yên milîs û gerîla divê bizanibin ku ew avakarên pira azadiyê ya ji îro ber bi sibê ve ne. Di vê kêlîka dîrokî de her helwesta wêrek, xwedî wateyeke mezin e. Wê rêhevalên me çalakiyên xwe geş û zêdetir bikin.”