Fermandariya Eyaleta Amedê ji bo kesên sîxuriyê dikin hişyarî da

Fermandariya Eyaleta Amedê kesên ku li Amedê sîxuriyê dikin hişyar kir û got, “Em diyar dikin ku, em ê teqez hesabê ji kesên ku bi şêwayên cuda zirarê didin gelê me yê welatparêz û destê wan di xwîna gerîla de hene bixwazin.”

Di daxuyaniya Fermandariya Eyaleta Amedê de ev tişt hatin gotin:

“Li Eyaleta me ya Amedê me agahî girt ku kesên bi navê Fûat Yalçin û Murteza Karademîr li ser navê Tevgera me pereyan ji mirovan kom dikin, lê di esasê xwe de sîxurî dikin, hewl didin gelê me yê welatparêz bixapînin û xizmetê ji dijmin re dikin. Divê hemû gelê me û derdorên welatparêz li hember van kesan hişyar bin, ji wan bawer nekin û di nava xwe de nehewînin. Haya me ji hemû faeliyetên sîxuriyê yên li eyaleta me tê meşandin, heye û em diyar dikin ku ev yek wê bêbersiv nemîne. Em diyar dikin ku, em ê teqez hesabê ji kesên ku bi şêwayên cuda zirarê didin gelê me yê welatparêz û destê wan di xwîna gerîla de hene bixwazin.”