Fermandarên YJA Star û HPG'ê: Berxwedan çavkaniya me ye-NÛ BÛ

Fermandara YJA Starê Eylem Ronî û Fermandarê HPG'ê Sertav Dogan gotin, "Berxwedan çavkaniya me ye."

Fermandara YJA Starê Eylem Ronî û Fermandarê HPG'ê Sertav Dogan, Hefteya Lehengiyê ji Medya Haberê re nirxandin.

Eylem Ronî diyar kir, leheng ew in ku felsefeya PKK'ê afirandin û got, pratîka tevgera PKK'ê pratîka lehengiyê ye.

'PKK DESTANA LEHENGIYÊ YE'

Eylem Ronî anî ziman, tevgera PKK'ê destan û romana lehengiyê ye û got, "Hevalê Egîd di dîroka me ya têkoşîna çekdarî de aliyê taktîkî û rêbazê yê xetê ye. Fermandariya li Kurdistanê bi vî rengî dimeşe. Egîd mesaja vê ye."

Eylem Ronî ragihand, çalakiya li Dihê ya 15'ê Tebaxê çalakiyeke serketî û bi bandor e, lewma Egîd weke lehengekî neteweyî cihê xwe di dîrokê de digire.

Eylem Ronî got, "Vê çalakiyê li dilê dijmin da. Dewleta Tirk ji berxwedan û lehengiya PKK'ê ditirse. Ji xeta lehengiyê ya hatiye afirandin ditirse. Hevalên Mazlûm Dogan, Halîl Çavgûn, Salîh Kandal, Egîd, mîrate ne. Pratîka lehengiyê ya PKK'ê ne. Egîdî ne, kevneşopî ne. Heta roja îro didomin. Vaye hevala Leyla Guven lehengeke gel e, pêşeng e. Doh Mehmet Tûnç bû, îro jî Leyla Guven û Nasir Yagiz in. PKK xwedî lehengî û berxwedanê ye. Em xwe ji vî ruhî, ji vê berxwedanê xwedî dikin. Bi vê berxwedanê re em ê bi ser bikevin. Ya ku Leyla Guven afirand ev kevneşopiya berxwedanê ye. Di demeke krîtîk de ku li dijî Rêbertiya partiyê hewldana sûîqestê hate kirin, Zîlan derkete holê. Di pêvajoyên bi vî rengî de Sema, Egîd derketin holê. Îro jî Leyla Guven, Nasir Yagiz, berxwedêrên zindanan vî ruhî nîşan didin. Bûn xetek, bûn sembolek. Leyla guven ji bo jinên cîhanê hemûyan bang e. Bangeke ji bo mirovahiyê. Bi fedakarî, têkoşîn û daxwaza xwe xetek e. Bi milyonan mirovî dan dû wê. Wêrekî û ruhekî mezin nîşan da. Berxwedana wê zêdeyî 135 roj in didome. Xwe feda dike."

'DEMA KU BÊ XWESTIN DIKARE ÎRADEYEKE MEZIN BÊ AFIRANDIN'

Fermandarê HPG'ê Sertav Dogan bal kişand serdema ku lehengên mîna Mazlûm Dogan û Egîd derketin holê û got, "Pêvajoyek bû ku her kes ji xwe ditirsiya. Ya rast Kurdayetî ne rastiyeke welê bû ku her kes xwedî lê derdiket. Em qala rastiyeke welê dikin ku rê li ber tirsê vedikir, her kesî xwe jê vedigirt û li deverên veşartî li ser dihate axaftin. Ji bo şoreşgeriya vê yekê bê kirin pêwîstî bi berdêlan hebû. Fedakarî diviyabû. Yên ku lehengî derxistin holê, Egîd û Mazlûm Dogan û şopdarên wan bûn. Berxwedana hevalê Mazlûm Dogan kevneşopiyeke bi vî rengî, rastiya gelekî bi vî rengî derxist holê. Nîşan da ku divê bi çi rengî têkoşîn bê dayin. Nasanmeyek e, partîbûn e. Hevalê Mazlûm Dogan nîşan da ku çanda berxwedanê, rastiya PKK'ê çi ye. Piştî wî, ji bo milîtaniya PKK'ê, ji bo berxwedana Kurdan ti bahaneyên bibin asteng neman. Mazlûm Dogan bi berxwedana xwe got, 'Eger bê xwestin, mirov dikarin bibin îradeyeke mezin'. Rastiya mirovan û îradeyê nîşanî me da."

'FERMANDAR EGÎD NÎŞAN DA KU BERXWEDANA RÊXISTINÎ Û BI ZANEBÛN ÇAWA TÊ KIRIN'

Fermandar Sertav Dogan der barê şert û mercên dema fermandar Egîd jî got, "Di heman şert û mercan de derkete holê. Meha Adarê ji aliyekî ve bi berxwedana Mazlûm Dogan li aliyê din jî bi berxwedana hevalê Egîd dest pê dike. Ji bo Kurdan xwedî wateyeke cuda ye. Kurdan di dîroka xwe de timî li ber xwe dan. Yek ji wan gelan e ku herî zêde li ber xwe daye. Lê belê di şexsê fermandar Egîd de nîşan dan ku berxwedan bi çi rengî bi zanebûn û rêxistinî dikare bê kirin. Egîdbûn lehengbûn e."

'CEWHERA BEXWEDANÊ JIYANA AZAD A BI RÊBERTÎ RE YE'

Sertav Dogan bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û got, "Ji ber xwe ve derneket holê. Helwesteke pêşengiyê ye li dijî zext û zilmê. Li zindanan hemûyan belav bû, li Ewropayê belav bû. Cewhera xwe ev e, cewhera xwe serketin e. Cewhera xwe Rêbertî ye. Jiyana azad bi rêbertî dibe."

Fermandar Sertav Dogan da xuyakirin, sala 2019'an wê bibe sala xwedîderketina li berxwedanê, sala serketinê û got, "Wê bibe sala azadiya Rêberê me."

Sertav Dogan destnîşan kir, bi biharê re wê gerîla bêhtir xwedî li pêvajoyê derkeve û got, "Gerîla wê vê pêngavê bi ser bixînin."