Fermandarê QSD'ê: Em ji lihevkirineke siyasî re amade ne

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Kobanê ragihand ku ew ji bo parastina herêmê amade ne di bin sîwara Koalîsyona Navdewletî de hevkariyê li gel welatên Ereb bikin. Mazlûm Kobanê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê di ber Tirkiyê re şer dikin.

Fermandarên Giştî yê QSD'ê Mazlûm Kobanê têkildarî rewşa dawî ya herêmê ji Rojnameya Şerq El Awaset re axivî.

Têkildarî pirsa daxwaza Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) ya vekişîna ji herêma Bakurê Sûrî Mazlûm Kobanê ev bersiv da:

'HIN WELATÊN EREB DI BIN SÎWANA KOALÎSYONÊ DE WERIN, EM AMADE NE HEVKARIYÊ PÊ RE BIKIN'

"Heta niha birayareke fermî ya di vî warî de nehatiye dayîn. Weke em dizanin, Amerîka û welatên Koalîsyona Navdewletî ji ber şerê li dijî DAIŞ'ê hatine herêmê. Heta niha DAÎŞ bi temamî neqediya ye. Gelek komên wan ên veşartî hene û ev yek li ser jiyana mirovan xeterî ye. Li aliyê din hem Amerîka û hem jî welatên Koalîsyonê soz dane ku bi awayekî çalak beşdarî xebatên jinûve avakirina herêmên rizgarkirî bibin."

Mazlûm Kobanê ragihand ku eger hin welatên Ereb di bin sîwana Koalîsyonê de werin herêmê, ew amade ne bi wan re hevkariyê bikin.

PÊWENDIYA ME NE TENÊ JI ALIYÊ LEŞKERÎ VE YE

Têkildarî pêwendiya hêzên koalîsyonê li gel rêveberiya Bakurê Sûriyeyê û hêza wê ya parastinê, Mazlûm Kobanê ev nirxandin kir:

Pêwendiya me li gel van hêzan tenê xwe naspêre aliyê leşkerî. Şandeyên di asta wezaretan de yên gelek welatan li gel me di nava danûstandinan de ne. 

Li ser rewşa hebûn Fransayê a li Bakurê Sûriyeyê jî Kobanê wiha got:

"Serokê Fransayê Emmanuel Macron eşkere kir ku ew dixwazin hêzên xwe li herêmê zêde bikin. Birîtanya jî xwedî heman fikrê ye. Van herdu dewletan di şerê li dijî DAÎŞ'ê de alîkarî dan hêzên me. Tişta hatî guhertin ev e. Beriya niha alîkariya Fransayê tenê bi herêma Rojhilatê Firatê sînordar bû, lê niha ev alîkarî li Rojavayê Firatê jî belav bû. Fransa dixwaze piştgiriyê bide Meclisa Leşkerî ya Minbicê.

JI BO PARASTINA AXA SÛRÎ EM AMADE NE LIHEVKIRINA SIYASÎ BIKIN'

Li ser armanca hebûna hin hêzên çekdarî li Sûrî Mazlum Kobanê wiha got:

"Nexşeya Sûrî li gorî berjewendiyên hêzên cîhanî tê guhertin. Ji bo parastina axa Sûrî em amade ne lihevkirina siyasî ku hemû aliyan razî bike pêk bînin. Lê rewşa Tirkiyeyê li vir pir cûda ye. Armanca Tirkiyê ne têkbirina rêjîma Sûrî ye. Dewleta Tirk niha plan dike beşek ji axa Sûrî bi xwe ve girê bide."

PÊVAJOYA BERIYA RIZGARKIRINA MINBICÊ

Mazlûm Kobanê di hevpeyvîna xwe de cara pêşî behsa pêvajoya beriya rizgarkirina Minbicê kir û îşaret bi vê yekê kir:

"Bihara sala 2016'an beriya pêngava Minbicê, li Baregeha Încîrlîkê di navbera fermandarên Amerîkî, Tirkî û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de hevdîtinek pêk hat. Fermandar Ednan Ebû Emced di vê hevdîtinê de eşkere dike ku ew ê ji bo rizgarkirina Minbicê daxwaza alîkariyê ji YPG bikin. Tirk li ber vê yekê rabûn û îdîa kirin ku ew ê destek û alîkariyê bidin Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, lê fermandar Edana Ebû Emced ev yek qebûl nekir. Piştî Minbic, Reqa û Tebqa hatin rizgarkirin, hêzên YPG'ê ji wir derketin. Ev herêm niha ji aliyê Meclîsên Sivîl ve tên birêvebirin. 

Ji xwe dawiya sala 2016'an şandeyeke ji fermandarên Amerîkî û Tirk bi xwe jî hatin Minbicê û lêkolîn kirin ku hêzên YPG bi temamî xwe ji wir vekişandine.

'NAVENDÊN GAZ Û PETROLÊ JI BO BERJEWENDIYÊN GELÊN VÎ WELATÎ NE'

Li ser rewşa Bendava Tebqa û navendên Gaz û Petrolê li herêma Rojhilatê Dêrazorê Mazlûm Kobanê wiha got:

"Piştî Tebqa hat rizgarkirin, hêzên rêjîma Sûrî hewl dan balafirgeha leşkerî kontrol bikin, ji ber wê jî êrişî hêzên me kirin. Şervanên me bersiv dan êrişê û balafireke rejîmê anîn xwarê. Paşê di bin çavdêriya Amerîka û Rûsyayê li gel rejîmê hevdîtin pêk hatin. Di encamê de sînor hatin destnîşankirin û qada hewayî di navbera Moskow û Washingtonê de hat parvekirin.

Divê hemû gelên Sûrî baş zanibin ku rizgarkirina van deveran ji destketiyeke leşkerî wêdetir, ji bo berjewendiya gelan e. Ev navendên dewlemendiyê yên gelên vî welatî ne. Ji xwe gelek ji wan ji ber êrîşên DAÎŞ'ê, komên çekdar û balafirên Rûsyayê naxebitin. 

Li ser aloziya piştî pêngava rizgarkirina Rojhilatê Dêra Zorê Fermandarê QSD'ê wiha axivî:

"Dema ku dagirkirna Efrînê destpê kir, Rûsya difikirî ku em bê hêz bûne. Ji ber wê bi balafir û tankan êrişî navendên me kirin. Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê bi desteka balafirên koalîsyonê bersiv da van êrişan. "

'EM Ê JI BO RIZGARKIRINA EFRÎNÊ ŞER BIKIN'

Têkildarî pirsa eger Amerîka êrişî navendên Îranê li Sûrî bike, wê helwesta QSD'ê çawa be? Mazlum Kobanê ev bersiv da:

"QSD'ê tenê ji bo parastina gelên herêmê şer dike. Di rewşa heyî de ji bo parastina sînoran hêzeke me a ji 30 hezar kesî pêk tê hatiye avakirin. Eger Hizbullah, Îran û Tirkiyê êrişî me bikin em ê bersiva wan bidin. Ti pêwendiya me bi Rojavayê Firatê re tine ye. Lê em ê ji bo rizgarkirina Efrînê şer bikin."

Orjînala hevpeyvînê li vê navnîşanê ye: