Fermandarê pêşmergeyan ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin

Fermandarekî pêşmergeyan ê li Şengalê, ji aliyê kes an jî kesên nenas ve hate kuştin.

Hat ragihandin, fermandarekî pêşmergeyên PDK'ê yên li Şengalê, duh bi şev ji aliyê kes an jî kesên nenas ve hate kuştin. Li gorî agahiyên gihîştine ber dest, fermandarê pêşmergeyan ê bi navê Şêx Newaf Mîrza, ku serkêşê yek ji tabûrên îstîxbaratê yê PDK'ê bû, ji aliyê kes an jî kesên nenas ve hate kuştin.

Çavkaniyên herêmî dibêjin, bûyera kuştinê ji ber sedemên xwîniyê rû daye. Fermandarê Pêşmergeyan PDK'ê yên li Şengalê Qasim Şeşo ji çapemeniya PDK'ê re axivî û got, der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.