Fermandarê gerîla Firat Koçer: Em ê dagirkeran tarûmar bikin

Yek ji fermandarê HPG’ê Firat Koçer diyar kir ku hêzên gerîla metodên şer ên serdemê bi kar tîne û wê dagirkeran têk bibin. Koçer got “Îddîaya me ev e ku em dagirkeran tarûmar bikin.”

Artêşa Tirk di 14’ê Nîsana 2022’an de, bi hemû rêbazên şerê qirêj li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dagirkeriyê dabû destpêkirin. Ev êrîş dikevin meha heftan. Yek ji fermandarên HPG'ê Firat Koçer ji eniya şer axivî û diyar kir ku ew ê li Zapê derbeke dîrokî li artêşa dagirker bidin.

Yek ji fermandarên gerîla Koçer diyar kir ku wan qonaxa yekemîn a şer bi dawî kirine û di qonaxa duyemîn de jî wê hêzên artêşa dagirker bi temamî têk bibin û got, “Tevlîbûn, moral û coşa hemû hevalan li ser vê bingehî ye. Îddîaya me ev e ku em dagirkeran tarûmar bikin."

WÊ NIKARIBIN CAREKE DIN ÊRÎŞÎ ZAPÊ BIKIN

Yek ji fermandarên gerîla Koçer destnîşan kir ku Zap hem di dîroka Tevgera Azadiya Kurd û hem jî di dîroka gelê Kurd de xwedî cihekî taybet e, ji eniya şer ev agahî da: “Zap ji dijmin re bûye goristan û wê careke din jî bibe goristan.  Em ê bi awayekî wan têk bibin ku êdî nikaribin êrîşên dagirkeriyê li ser Zapê bidin destpêkirin. Di vî warî de hem tevgera me hem jî gelê me xwedî hêz û kapasîteyeke xurt in.”

EM Ê ÇEKÊN HEVALÊN XWE LI ERDÊ NEHÊLIN

Yek ji fermandarên HPG’ê Firat Koçer da zanîn ku hêzên gerîla bi rêbazên şer ên serdemê bi taybet bi tunelên şer wê dagirkeran têk bibe û wiha got: “Wek pêwîstiya dilsoziya bi hemû hevalên xwe yên şehîd, em ê hemû erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Ji ber ku hevalên me yên ku em wan baş nas dikin, di vê pêvajoyê de şehîd bûne. Em ê çekên wan li erdê nehêlin."

Yek ji fermandarên gerîla Koçer, diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo sala 2022'an bibe sala têkçûna dewleta Tirk wê heta dawiyê têbikoşin. Koçer hemû gerîlayên li eniyên şer ên Zap û Avaşînê silav kir.