Fermandarê fedaî yê berxwedana Cîloya Biçûk: Bawer Deyndar

Ji nîşaneyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê fermandarê fedaî yê berxwedana Cîloya Biçûk Bawer Deyndar ji bo hevrê û gelê Kurd bû meşaleya têkoşînê.

ŞEHÎD BAWER DEYNDAR

Di şeva 23'ê Nîsana 2021'ê de dijmin careke din berê xwe da çiyayên Zagrosê. Wê êvarê artêşa Tirk bombardûmaneke giran li herêma Avaşînê kir û leşker danî. Li hemberî van êrîşan jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dest bi berxwedaneke mezin kirin. Yek ji cihên ku artêşa Tirk dixwest êrîş bike qada Cîloya Biçûk a herêma Zapê bû.

Gerîla Bawer Deyndar (Ûmût Han) jî fermandarê qada Cîloya Biçûk bû. Pêşengî ji hevrêyên xwe yên li vê qadê re dikir.

Bawer Deyndar di sala 1994'an de li navçeya Gimgim a Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Jidayikbûna Bawer ji bo malbatê bû mîna hêviya jiyanê, lewma navê Ûmût lê kirin. Ûmût dema ku mezin bû vê carê wê bibûya hêviya Kurdistanê. Bawer ku di zarokatiyê de bi çanda Kurdîtiyê û nirxên welatparêziyê mezin bû, bû yek ji zarokên berxwedêr ên li qadan. Tevî ku xwendekarekî serketî bû ji ber nakokiyên xwe yên bi sîstemê re piştî lîseyê dest ji dibistanê berda, li hemberî êrîşên dijmin ên li ser gelê Kurd tevlî nava karên ciwanan bû û dest bi têkoşînê kir.

Bawer ku beşdarî çalakiyên bêîteatiya sivîl û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bû, her wiha malbata wî gelek caran bû hedefa êrîşên dijmin. Di encama van êrîşan de hate girtin û 6 mehan li zindanên dijmin êşkence lê hate kirin. Bawer piştî ku hate berdan êdî biryar dabû ku wê çi bike. Di dema berxwedana xwerêveberiyê de ku li her parçeyên Kurdistanê destpê kir, êrîşên hovane yên dijmin ên li ser gel û ciwanên Kurd dît. Biryar da ku dema tolhildanê hatiye û bi vê biryarê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi vê baweriyê beşdarî nava refên gerîla bû û navê xwe kir Bawer.

GELEK CARAN JI MIRINÊ FILITÎ

Bawer ê ku aşiqê Kurdistana Azad bû li çiyayên Qendîlê careke din şahidî ji bilindbûna PKK'ê re kir. Milîtanên PKK'ê mirovên xwedî bawerî ne. Gerîla Bawer yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê berxwedêrê mezin Kemal Pîr ji xwe re kir mînak û derbasî qada Zagrosan bû. Di sala 2019'an de li herêma Zapê bû fermandarê yekîneyê, beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Di şer de gelek caran ji mirinê filitî. Hêrsa Bawer Deyndar a li hemberî dijmin her roj mezin bû û bi sekna xwe ya bi biryar û wêrek di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirinê.

Bawer li qada Cîloya Biçûk hem xwe hem jî hevrêyên xwe ji şerê tunelan re amade kir û çalakiyên li bejahî birêxistin kir.

Pîvanên fermandarên şer di karaktera şoreşgerî ya Bawer de şênber bû. Bû fermandarekî mînak ê gerîla yê serdema nû yê serketinê. Li Cîloya Biçûk di tunelên şer de bi sebir, bi pêşdîtî li hemberî dijmin li ber xwe da û bi taktîkên nû dijmin têk bir. Li hemberî êrîşên li ser Avaşîn û Zapê bêdeng nema. Fermandar Bawer her tim planên nû yên çalakiyan kir, tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li artêşa Tirk hate xistin. Bawer bi ruhekî fedaî yê Apoyî û wêrekiyeke mezin pêşengî ji çalakiyên êrîşê re kir û di van çalakiyan de bi rengekî serketî bi rola xwe rabû.

Yek ji nîşaneyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê fermandar Bawer bi lehengiya xwe li dijî êrîşên dewleta Tirk ên îmhayê ji roja destpêkê ve li eniya herî pêş a şer bû. Di 26'ê Nîsana 2021'ê de li quntara Girê Şehîd Serxwebûn ê li herêma Zapê li refên herî pêş tevlî çalakiyeke li dijî dagirkeran bû. Di vî şerî de bi giranî birîndar bû. Fermandar Bawer ku hevrêyên wî ew birin cihekî bi ewle, di 3'ê Gulana 2021'ê de tevlî karwanê şehîdên Kurdistanê bû.