Fermandara YJA Starê Alkan: Divê ciwan berê xwe bidin çiyayan

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan diyar kir ku bandora pêngavên wan ên li Botanê wê wekî bandora 15’ê Tebaxê be. Alkan bang li ciwanên Kurd kir ku bila berê xwe bidin çiyayan.

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan qala Pêngava Fermandar Medya Mawa û Fermandar Rizgar Gever kir a ku di sala 2019’an de wan li Botanê dabûn destpêkirin.

‘PÊNGAVA ME WÊ WEKÎ 15’Ê TEBAXÊ BANDORÊ BIKE’

Kalkan derbarê pêngavê got ku “Di sala 2019’an de gerîlayên li Botanê ev pêngav dan destpêkirin û ev pêngav li hemû qadên Botanê didome. Li Şirnex, Sêrt û Mêrdînê didome. Heta niha bendewariyên rêxistin û gelê me dibe ku pêk nehatibe lê gelek çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin û gavên girîng hatin avêtin. Bi vê re me xwest derbeyê li mêtingeriya li ser Kurdistanê bidin. Ev pêngav wê berfirehtir bibe. Bi giyanê 15’ê Tebaxê wê wekî bandora fermandarê me Mahsûm Korkmaz , bandorekê bike. Çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin lê dijmin polîtîkaya şerê taybet dike.

GERÎLLA LI HER DERÊ LÊ DIDE

Gerîlla li her derê li dagirkeran dide. Gerîlayan li bendên kontrolê jî lê da. Li qada Garisa ya Botanê li yekîneyên veşartî hate xistin. Li Osyana Berwariyê çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin. Li Silopiyê di têketina bajêr de hevalan li benda kontrolê dan. Lê ji ber ku derfet kêm in di medya û çapameniyê de têra xwe cih negirt. Lê gerîla kîngê bixwaze dikare lê bide. Bi sabotaj û kemînan jî çalakî tên lidarxistin. Li qadeke berfireh înîsîyatîf di destê gerîlla de ye. Lê dijmin şerekî taybet dimeşîne. Bi derewan û bi medyaya xwe şerekî psîkolojîk dike. Dijmin bi hemû teknîka xwe dixwaze lê bide. Sala borî xwest têkeve Kato Jîrka lê di wir de asê ma. Piştî ku derbe xwar, xwe vekişand. Divê gelê me bizanibe ku ev şer ji Yemen û Sûriyeyê xerabtir e. Her roj balefirên F 16 û F 35 li ser Kurdistanê digerin, çekên kîmyewî tên bikaranîn. Dijmin çekên herî giran bi kar tîne. Li hemberî vî tiştî cîhanê çavê xwe girtiye. Dema mesele dibe gerîla exlaqê wan ji holê radibe. Dewleta Tirk got em ketine Herekolê. Erê ketin Herekolê lê derbe xwarin û vekişiyan. Bi şer re ev dewlet nikare înîsîyatîfa gerîlayan bişkîne. Bi şehadetan gerîla xwe xurttir bike. Jixwe gerîla xwe fedayî vî gelî kiriye.”

‘GERÎLA XWE NÛ DIKE’

Alkan diyar kir ku amûrên şer guherîne û got ku “Gerîla li hemberî balefirên keşfê, şopandina teknîkî û fotokapanan xwe nû dike. Yek ji sedema ku dewleta Tirk ev qasî êrîş dike, berxwedana di salên 2015-2016’an ên li bajaran bû. Di van berxwedanan de faşîzmê derbeyeke mezin xwar. Dewletê bi balefiran li Nisêbînê da, li Cizîrê kevir li ser kevir nema. Lê pêşengê berxwedana Cizîrê Mehmet Tûnç jî diyar kir ku wê dev ji berxwedana xwe bernedin. Ji ber vê jî sed caran be jî em ê xwe fedayî vî gelî bikin.”

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan diyar kir ku şehadet jî çêdibin lê gelek ciwan jî tevlî nav refên gerîlayan dibe û got ku “Çeka gerîlayên şehîd li erdê namîne. Ev têkoşîn li her derê belav bûye. Dema ku şer giran dibe, em jî nêzî şoreşê dibin. Têkoşîn çi qasî geş bibe, serfirazî jî ew qasî nêz dibe. Divê ciwanên Kurd jî li ser vî esasî berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê.”