'Ferman ranebû, ferman rakirin'
Yek ji 3 PKK'yiyên beriya fermana dawî ya li Şengalê li Êzidiyan rabû ji aliyê PDK'ê ve hat girtin, Zerdeşt Derwêş e. Derwêş da xuyakirin, ku amadekariya fermanê zûdeyî dest pê kiribû û qala rabûna vê fermanê kir.
Yek ji 3 PKK'yiyên beriya fermana dawî ya li Şengalê li Êzidiyan rabû ji aliyê PDK'ê ve hat girtin, Zerdeşt Derwêş e. Derwêş da xuyakirin, ku amadekariya fermanê zûdeyî dest pê kiribû û qala rabûna vê fermanê kir.
Yek ji 3 PKK'yiyên beriya fermana dawî ya li Şengalê li Êzidiyan rabû ji aliyê PDK'ê ve hat girtin, Zerdeşt Derwêş e. Derwêş da xuyakirin, ku amadekariya fermanê zûdeyî dest pê kiribû û qala rabûna vê fermanê kir.
Bi dîtina we, amadekariyên ji bo fermanê çawa dest pê kirin?
Ji bo fêhmkirina fermanê, girîng e rewşa beriya wê bê vegotin. Di sala 2013'an de ji bo xebatên ciwanan ez çûm Şengalê. Em bi navê TEVDA'yê dixebitîn. Di bin sîwana vê saziyê de karên ciwanan, çand, jinan û civakî dihatin meşandin.
TEVDA, di sala 2013'an de hatibû avakirin. Piştre jî xebatên rêxistinbûnê dest pê kir. PDK heta ku ji dest dihat hewl dida pêşî lê bigire û pirsgirêkan derxîne. Lê belê, ji ber ku ji aliyê hikûmetê ve weke saziyeke legal dihat dîtin, PDK nekarî ya dixwest pêk bîne. Car carna pirsgirêk derdixistin pêşiya me. Wextekê hevalên me girtin. Ji xwe, ji ber ku me beriya fermanê di nava gel de karê rêxistinbûnê dimeşand, em çend caran hatibûn girtin.
Ji bo pêşî li karê me bigire PDK'ê serî li polîtîkaya girtin û gefxwarinê dida. Wê çaxê ew li vir serdest bû. Hêza YNK'ê ya li vir gelekî kêm bû, bandoreke xwe ya zêde tine bû. Ji bilî van, gelek partiyên din hebûn. Partiyên Êzidî û hêzên din hebûn. PDK'ê bi heman rengî zext li wan jî dikir. Bêyî destûra wan, kes nikarîbû tevbigeriya. Hewl didan zextên li me dikirin, li gel jî bikin. Bi îşkence, zor û zehmetiyan hewl didan pêşî li gel bigirin ku neyên saziyên me. Bi vî rengî dixwestin têkiliya gel a bi me re bibirin. Xebatên me yên rêxistinî bi vî rengî heta sala 2013'an dewam kir.
PDK'ê bi çi rengî Şengal û derdora wê kontrol dikir?
Wesayîteke PDK'ê her tim li ber deriyê saziya me bû. Navên kesên dihatin cem me dinivîsand. Diçûn mala wan û gef li wan dixwarin. Ji ber vê yekê me jî deriyekî veşartî li saziya xwe vekir, ku mirovên tên, neyên dîtin. Hatin û çûn bi vî rengî hê bi ewle bû. Tevî hemû astengiyan jî nekarîbûn têkiliya gel a bi me re bibirin. Gel bi me re dixebitî. PDK'ê xwe li vê ranedigirt. Ji bo pêşî lê bigirin, her tişt dikir. Li qadên olî, siyasî û civakî ti rêyeke rêxistinbûnê ji civaka me ya Êzidî re nedihişt. Ji xwe beşek ji gel, ditirsiya.
Ji berê ve, hikûmeta navendî û ya herêmî bi çi rengî nêzî gelê Şengalê bûn?
Weke ku tê zanîn, Şengal ji aliyê siyasî û erdnîgarî ve cihekî girîng e. Ji ber vê yekê, hikûmeta navendî jî di nav de her kesî hewl dida civaka Êzidî ber bi xwe ve bikişînin. Şengal ji aliyê fermî ve bi Bexdayê ve girêdayî bû, lê li hundir PDK serdest bû. Rastî ev bû; her du aliyan jî ji bo Şengalê û gel tiştek nedikirin. Bajar wêran bûbû, xizmet tine bû. Kes xwedî li wan dernediket. Ji dema rejîma Saddam û vir ve rewş bi vî rengî bû. Her kesî hewl dida hîn bêhtir jê bixwe, jê bimêje. Ti projeyeke wan ji bo gel tine bû. Ji aboriyê heta qada civakî, rewş bi vî rengî bû. Gel bêçare hatibû hiştin. Polîtîkayên dihatin meşandin, ne ji bo xêra gelê Şengalê bû. Li wê erdnîgariyê şerê desthilatdariyê hebû.
Ji her alî ve tehde li gel dihat kirin. Valakirina Şengalê ji berê ve di rojevê de bû. Ji perwerdeyê heta aboriyê di her qadê de hewl didan her tiştî ji derve bîne. Cihekî ku gel li nava bajêr bixebite, tine bû. Tiştekî ber bi çav nebû. Ji bilî bendên leşkerî yên PDK'ê ti sazî tine bû. Qadeke jiyanê ku gel karibe xwe lê bi rêxistin bike, tine bû. Sîstemeke welê ava kiribûn, ku bi bêçarehiştina gel re hewl didan gel kontrol bikin. Mîna li Bakurê Kurdistanê, li her gundî keyayek bi cih kiribûn. Hema bêjin sîstemek bi heman rengî dimeşandin. Keya maşik bûn, li cihê lê bûn hemû eşîr bi xwe ve girê didan. Tevî vê yekê ji gundan heta bajêr, karê îstîxbaratê dihat meşandin. Dema yek ji me diçû gundekî, yekser îstîxbarat digirtin. PDK bi rastî jî gelekî nebaş nêzî civaka Êzidî dibû. Dema em di girtîgehê de bûn, me ev yek dît. Nebaşî li wê derê qat bi qat zêde dibû.
Beriya fermanê hilbijartin hatibû kirin. Di vê hilbijartinê de helwesta Êzidiyan çi bû?
Beriya hilbijartinê, PDK'ê hewl dida li Şengalê dek û dolaban bigerîne, ji vê derê parlamenteran derxîne û li hikûmeta navendî bibe xwedî bandor. Tevî vê yekê, hewl dida gel jî kontrol bike. Nifûsa Şengalê bi qasî 700 hezarî bû. Du partiyên Êzidiyan tevlî wê hilbijartinê bûn. PDK ji bo dengan ji wan bigire, serî li rê û rêbazên cuda da. Partiyeke bi navê 'Partiya Êzidî' ya bi serkêşiya Mihama Xelîl ava kir. Her kesî dizanîbû ev PDK ye. Ji ber ku civaka Êzidî Xelîl baş nas dikir. PDK'ê bi rêya vê partiyê çav berdabû dengê partiyên din ên Êzidiyan. Û bi ser jî xist. PDK'ê di wan hilbijartinan de 11 parlamenter ji Şengalê derxist. Lê belê di hilbijartina dawî de tenê 2 derxist. Ew jî ji derve bûn. Viyan Dexîl û Şêx Şemo her du jî ne ji Şengalê bûn.
Di sala 2014'an de me Cejna Çarşema Sor pîroz dikir. 4 meh beriya fermanê bû. Ji ber ku cejnekemezin e, ji Rûsyayê heta Elmanyayê Êzidî ji gelek cihan hatibûn. Di rojên dawî de tiştekî awate tine bû. Roja pîrozbahiyê, Asayîşa PDK'ê dor li Çiyayê Şengalê girt. Bi vî rengî dixwest, keda me pûç bikin. Bi hinceta 'dibe ku êrîş bê kirin' PDK ev dikir. Lê gel ji vê bawer nedikir.
Beriya fermanê amadekarî ji bo paqijiya etnîkî hebû?
Piştî têkçûna PDK'ê di hilbijartinê de û demeke kurt beriya fermanê, li Rabîa 4 cotkarên Êzidî hatin kuştin. Gel ev yek weke hilanîna tola hilbijartinê ya PDK'ê didît. Piştî vê bûyerêb i sedan Êzidî ji Rabîa derketin. Dest ji mal û milkên xwe berdan û hatin Şengalê. Li mizgefta El Camiye ya Mûsilê fetwa 'Êzidî li ku bê dîtin wê bên kuştin' hat derxistin. Li Mûsilê ji xwendekaran heta karkeran her kesî Mûsil terikandin û hatin Şengalê. Êzidî li Şengalê kom dikirin. Dema ku DAIŞ'ê Mûsil bi dest xist, PDK'ê nehişt Êzidî ji Şengalê derkevin. Nedihişt kesek derkeve. Ji gel re digotin, 'Ji ber ku hûn baweriya xwe bi me nînin, hûn direvin. Divê hûn ji me bawer bikin. Li vê derê 6-7 hezar pêşmergeyên me hene, em ê we biparêzin'. Derketina gel a ji wê derê, ji bo xwe weke rewşeke nebaş didîtin. Bi vî rengî hemû Êzidî li Şengalê kom kirin.
PDK'ê dizanîbû ku civaka Êzidî wan qebûl nake. Eşîr timî li dijî PDK'ê bûn. Zilma li civaka Êzidî dihat kirin, gelekî eşkere bû. Li cihên asayîşê îşkence dikirin. Dema ku DAIŞ ket nava Telaferê, civaka Êzidî hê jî bawer nedikir ku DAIŞ'ê êrîşî Şengalê bike. Digotin, 'Ev yek şerê desthilatdariyê ye. Em ne nêzî DAIŞ'ê ne, ne nêzî hikûmeta Iraqê ne, ne jî nêzî PDK'ê ne'. Lê dîsa jî gelekî ditirsiyan.
Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî herêmê kirin, hingî rewşa li wir çawa bû?
Dema ku DAIŞ ket nava Mûsilê, em jî ketin nava liv û tevgerê. Em 6 heval bûn. 2 hevalên jin ji bo xebatên jinan hatibûn. Hevalên din jî ji bo karê giştî. Ez jî ji bo xebatên ciwanan li wir bûm. Me xebatên komî ser hev kir û giranî dan ser parastinê. Bi vî rengî em ketin nava gel. DAIŞ'ê piştî şerê 2-3 rojan Telafer bi dest xist. Bi qasî 20-30 hezar ji şêniyên Telaferê hatibûn Şengalê. Berê di navbera Şîa û Êzidiyan de pirsgirêk hebûn. Hewl di hat dayîn di navbera van her du civakan de polîtîkaya dijminatiyê bê meşandin. Şîa digotin 'Êzidî ji qewmê Mûaviye ye'. Weke 'yên Hasan û Huseyîn kuştine' didîtin. Halbûkî ti eleqeya Êzidiyan bi Mûaviye nebû. Dema ku Şîa xwe li Şengalê girtin, Êzidiyan deriyê malên xwe heta dawiyê li wan vekirin. Ne hikûmeta Iraqê ne jî pêşmerge, kes xwedî li wan derneketin. Lê belê Êzidiyan ew hembêz kirin. Êdî bi hev re dijiyan. Vê yekê bandoreke mezin li şêniyên Telaferê kir. Li Şengalê qenaleke me ya televîzyonê bi navê Çira TV hebû. Bi wan re hevpeyvîn kiribû. Jê re digotin, 'Heta roja îro ev gel weke dijmin nîşanî me didan. Me ev gel şaş nas kirine. Kevneşopiya wan jî dişibe ya me'.
Heta hefteyekê li wir man. Cihê em lê bûn jî tijî bû bû. Piştî hefteyekê DAIŞ'ê elektrîk li ser Şengalê birî. Nava havînê bû. Zehmetiyeke mezin li vî gelî bû. Şêniyên Telaferê êdî dîtin ku tehde li gelê Şengalê dibe. Dixwestin biçin. Lê belê gelê Şengalê ji wan re digot, 'Pariyekî me jî hebe, em ê parve bikin'. Lê gelê Telaferê biryar da û çûn ber bi aliyê Kerbela ve. Di nava 3 rojan de hemû ji Şengalê derketin. Gelê Şengalê digot, bila jin, zarok û extiyar bimînin, ciwan jî li Telaferê şer bikin. Hinekan ev kirin. Lê belê, ji ber ku di şer de gelek jê jiyana xwe ji dest dan, vegeriyan.
Talefer bi temamî hatibû dagirkirin û xeteriyeke mezin li ser Şengalê hebû. Dor lê hatibû girtin. Di navbera me de 10 deqe hebû. Mehek bi vî rengî derbas bû. Civaka Êzidî heta roja dawî jî bawer nedikri ku DAIŞ êrîş bike. Me di meha Hezîranê de konferansa ciwanan pêk anîn. Ji texmînên me zêdetir tevlîbûn çêbû. Piraniya gel li rêyekê digeriya. Biv ê wesîleyê me xebatên xwe yên ji bo parastinê zêde kir. Dema ku hevalan gotin rewş acîl e, me jî ciwan şandin Rojava ji bo perwerdeya xwe ya leşkerî biqedînin. Hêdî hêdî me hêzeke leşkerî ava dikir. Li gorî agahiyên ji me re dihatin, ti niyeta PDK'ê ji bo parastina Şengalê tine bû. Dema ku Mûsil ket, leşkerên Iraqê ne tenê ji Mûsil û derdora wê, ji tevahiya xeta Nînovayê vedikişiyan. Çekên xwe davêtin û direviyan. Hin ji ciwanên me, ji bo rahêjin van çekan, diçûn wî sînorî. Her wiha 2 hevalên me yên ciwan ji ber vê yekê hat girtin. 38 rojan di destê çeteyên DAIŞ'ê de man. Li ser sînorê Şengalê, dema ku leşkerên hikûmeta Iraqê reviyan, hin ciwanên Êzidî dest bi şer kirin. Li wê derê bi qasî 30 ciwan dîl ketin destê DAIŞ'ê. DAIŞ'ê li wê derê siyaseteke cuda meşand û hemû ciwan serbest berda. Mesela, her du hevalên me yên ciwan, di berdêla 'serê şexsekî 50 hezar dolarî' de hatin berdan. Li ser vê yekê Êzidî li vê fikirîn; 'derdê van pere ye, wê tiştekî bi me nekin'. Piştî demeke kurt dîtin, ku şaş fêhm kirine.
Wê çaxê, ji bo tedbîrê we çi kirin?
Em çûn gundên Erdan, Xiranê û Gir Şebek ku di navbera me û DAIŞ'ê de sînor bûn. Me li wê derê sîstema nobedê li hin malan çêkir. Me hinekî rêk û pêk kir. Di navbera me û DAIŞ'ê de navberek ji 5 deqeyan ma bû. Hin tişt êdî bi çavan dihatin dîtin. Dema em derdiketin ser gilê li gundê Xiranê, me liv û tevgera DAIŞ'ê didît. Li gundê Cumo û Şîro ku bi qasî 500 metreyî dûr bû, diman. Ev gundên Ereban bûn. DAIŞ di ser vê xetê re diçû Mûsilê û dihat. Me ev nizanîbûn. Dema ku me dipirsî 'Ev bi ku ve diçin?' bersiva 'Diçin Mûsilê' ji me re dihat dayîn.
Li ser vê yekê me got, divê ev herêma navbera gundên Xiranê-Cumo û Şîro bê girtin. Me got, "Dema wesayît derbas bûn, wan bisekinînin". Şêniyên wê derê gotin, "Me di destpêkê de ev dikir. Lê piştre PDK hat. Zext li me kir. Ji me re got, divê em rê vekin". Ciwanên Êzidî li ser vî sînorê, çekên ku leşkerên Iraqê di dema revê de li dû xwe hiştin, kom kiribûn. PDK hat ev hemû çek ji gel stand. Ji bilî vê, li nava malan geriya û dest danî ser çekên şexsî yên ciwanên Êzidî. Hemû çekên gel ên ji bo xweparastinê li malên wan bûn, desteser kirin. Ji xwe herî baş gel bi vê rastiyê dizane. Eger hûn ji gel bipirsin wê ji we re bêje, 'Em rût û tazî li naverastê hiştin û mîna êm avêtin ber guran'.
Dema DAIŞ ket hundirê hin malan, ji wan re digotin, 'Ne tirsin em ne ji bo we hatine. Em ji bo Malîkî hatine'. Bi vî rengî gel xapandin. Yekane hêza ku dikarîbû gel biparêze em bûn, lê belê ji her alî ve pêşî li me digirtin. PDK ji bo em li Şengalê nikaribin bixebitin, hemû xetên me dibirî. Car carna ciwanên Êzidî dikuşt. Şengal di nava rewşeke bi vî rengî de bû. Ji xwe DAIŞ gelekî nêzîk bû bû.
Li ser vê yekê me di nava xwe de kar dabeş kirin û di nava mehekê de em li gundan, li eniyan belav bûn. Em li 2 eniyan belav bûn. Me çiya kiribûn du enî; eniyên bakur û başûr. Piştî ku min 3 kom perwerde kir, 12 heval ji bo teqwiye û parastinê hatibûn. Diviyabû me bi lez û bez qadeke ewle ji bo civaka Êzidî ava bikira. Qet nebe, xeteke parastinê diviyabû. Eger êrîş bihata kirin, diviyabû gel karîbûya xwe li cihekî ewle bigire û li ber xwe bide. Di heman demê de vê yekê wê rê li ber komkujiyeke mezin bigirta.
Di vê demê de hûn hatin girtin, çawa bû, çi qewimî?
3 kom di nava demeke kurt de hatin perwerdekirin. Demeke kurt piştî perwerdekirina her sê koman, ji xwe êrîşê dest pê kir. Mehek beriya êrîşê komek ji hevalan hatibû. Diviyabû bi van hevalan re herêm bihata keşifkirin. Diviyabû cihên şikeft û av lê heye, bihata tespîtkirin. Ji bo avakirian eniyê, diviyabû qada herî guncaw bihata hilbijartin. Di vî warî de amadekarî dihat kirin. Em li eniya Xanesorê bûn.
Ji Xanesorê heta Barê, Şîlo û Sinûnê em 3 kes man. Me keşif kirin. Xanesor cihekî gelekî stratejîk bû. Digihêje heta Medîban, Hol û Til Hemîsê. Ji ber vê eykê eniyeke li êrîşê vekirî bû. Me çekên xwe li vê derê veşartibûn. Ciwanek hebû li wir, me li mala wî veşartibûn. Em gelekî ji gund dûr ket, maleke kevn hebû û em derbasî wir bûn. Me xwe gihand vê nuqteyê ku berê weke qereqolê dihat bikaranîn. Ji bo parastin lê were kirin, ev der cihekî guncaw bû. Bi vî rengî dikarîbû pêşî li êrîşên li Xanesor û bakurê çiyê were kirin, bê girtin. Piştî ku me cih keşif kir em vegeriyan gund. Li gund asayîşa pêşmergeyan li benda me bû. Kincê sivîl li me bû. Hin pirs li me kirin. Pirsên ku me tawanbar dikirin. Tevî ku em baş nas dikirin jî, tevî ku berê ez carekê binçav kiribûn jî, sûcdariya DAIŞ'î li me dikirin. Piştre em girtin û birin qereqolê. Li qereqolê nîqaşên tund hatin kirin. Me ji wan re got, em endamên TEVDA ne. Min got, ez 11-12 sal in kar di nava gel de dikim. Her wiha me ji wan re got, ku em li ser navê Çira TV dixebitin û dixwazin mirovên li aliyê Rabîa hatine kuştin, dîsa rewşa gel û şer lêkolîn bikin. Piştî ku me ev got, zêde nîqaş nekirin. Ji me re gotin, 'Em van deveran baş diparêzin. Ev der di bin ewlekariya me de ye'. Ji xwe berpirsyarê berê yê Xanesorê, Qasot ê bi xwe ji Xanesorê ye, li şûna xwe vegeriya.
Ev berpirsyarê Xanesorê, piştî fermanê jî li heman wezîfeyê vegeriya bû. Ji xwe niha jî li vir in. Dizanîbûn bê em kî ne. Hin nîqaş çêbûn.
Nasname kontrol kirin, nasnameyên me ji me standin û dema derdiketin mesajek hat telefona wan. Ji nişka ve nasnameyên me xwestin. Nasnameyên birin û em jî birin asayîşa Sinûnê. Li vê derê destê me bi kelepçe kirin û çavên me girê dan. Dûre em birin asayîşa Şengalê. 4-5 saetan destê me û çavên me girêdayî, em sekinandin. Dema ku midûr hat, heqaretên giran li me kirin. Ji xwe her roj îşkence li Êzidiyên ku têkiliya wan bi me re hebûn, dikirin. Qîrîna wan dihate me. Min bi xwe dît, mirovekî 70 salî li ser piyan hiştin û bi ço û zincîran lê dan. Li navenda Şengalê ev kirin. Ya ku ev kir jî Asayîşa Şengalê bû. Mirovekî 65 salî li ser piyan dihiştin. Her ku diket erdê, av lê dikirin û lê didan. Bi rêbazên hovane îşkence dikirin.
Em 12 rojan li Şengalê man. Li cihekî ji du-sê odeyên 6 metreçargoşeyî man. 3 kes em bûn. Yek jî ciwanekî ku alîkarî dabû me. Bi giştî em 8 kes li wir man. Gelekî germ bû û em li cihekî ku paceya xwe tinebû dihatin girtin. 2 rojan lêpirsîna me kirin.
Yekî got, 'Pêwîstiya Êzidiyan bi rêxistinê nîne'. Ez bawerim ew midûr bû, yê ku lêpirsîn dikir û Êzidî biçûk dixist. Lêpirsîna me jî bawerim li odeya ku weke cihê îşkenceyê bi kar danîn, kirin. Ji me re gotin, 'Em bi her tiştî dizanin, hûn amadekariyê dikin, we 3 kom amade kirine'. Dema ev digot, dengê wî dilerizî. Bi berdewamî got, 'Hûn dixwazin kantonê ava bikin. Em ê vê ti carî qebûl nekin. Hûn dixwazin Êzidî xweser bin'. Min jî weke bersiv got, 'Xweserî modelek e. Û esas ji bo gel e'. Li ser vê gotina min wî kir qareqar û heqaret kir.
Piştî 12 rojan em birin Duhokê. Li Duhokê 7 rojan qet lêpirsîna me nekirin. Tenê sîcîl girtin. Em 16 rojan li Asayîşê girtî man. Asayîş tijî bû. Em 3 heval xistin 3 cihên cuda. Bi taybetî cihê Ereb lê bûn. Li hucreya ez lê bûm, piştî 7 rojan kesekî ji Şengalê anîn. Hemû Ereb li dorê kom bûn. Dest bi axaftinê kirin. Min jî meraq kir. Piştî ku axaftina wan qediya, ez jî bi Kurdiya Şengalê axivîm. Ez hingî hîn bûm ku ferman li Şengalê rabûye. Vî kesî got, asayîşa PDK'ê Êzidiyên hewl didan ji Şengalê birevin, girtî ye.
Piştî ku ji girtîgehê derketin, hûn li Şengalê vegeriyan û tevlî têkoşînê bûn?
Piştî demekê em birin girtîgeha Serge. Piştî hefteyekê, bi destwerdana tevgerê re em serbest berdan. 10 roj piştî berdana me, em derbasî Şengalê bûn. Tiştên me dîtin, mirov nedikarî jê bawer bikin. Gel direviya. Êrîş li korîdorê dihat kirin. Bi bikaranîna korîdorê re me berê xwe dan Şengalê. Me xwe gihand çiyayê Şengalê. Gel perîşan bû bû. Kon hatibûn vedan. Jin, zarok, extiyar, hemûyan dikirin hawar. Em çûn nuqteyekê ku hevalan weke biryargeh bi kar danîn. Em bi qasî 30 heval bûn. Li her derê enqaz hebû. Bajar xera bûbû, komkujî hatibû kirin. DAIŞ'ê li her derê hovîtî dikir. DAIŞ nedisekinî. Bi çekên xwe yên giran êrîşî hemû nuqteyên em lê bûn, dikir. Ji bilî çiyayê Şengalê ti cih di destê me de nebû. 3 mehan êrîşî çiyayê Şengalê kirin ji bo dagir bikin. Lê belê bi berxwedaneke bêhempa me hemû êrîş şikand. Mirovên li çiyê jî, hêz ji vê berxwedanê girtin. Lê belê DAIŞ'ê tirs xistibû dilê her kesî. Hinekan digotin, 'Gule bi DAIŞ'iyan re naçe'.
Berxwedana Şengalê ev têgihiştina li ser DAIŞ'ê ji holê rakir. Belê, tevî ku Rêbertî zûdeyî hişyarî da û em bi derengî tevgeriyan jî, bi vê berxwedanê re pêşî li komkujiyên mezintir hat girtin. Pêşî li karesatê hat girtin. Eger ev berxwedan nebûya, DAIŞ wê li vê erdnîgariyê ne çandek, ne jî nasnameyek bihişta. Dîrok wê berxwedan û fedayîtiya gerîlayên azadiyê yên Kurd ji sedî sed binivîsîne. Dema ku hinek direviyan, gerîlayên Kurd ev axa dergûşa mirovahiyê parastin.