Federasyona Komeleyên Suryanî nerazîbûn nîşanî xespa şaredariyan da

Federasyona Komeleyên Sûryanî: Bang li raya giştî ya Tirkiye û cîhanê dikin ku li dijî vê hişmendiya derbekar bibin xwedî helwest û cih li gel vîna gel û nûnerên hatî hilbijartin bigirin.

Federasyona Komeleyên Suryanî yê nerazîbûn nîşanî xespkirina şaredariyên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê dan got: “Ev hişmendiya nîjatperest a antî-demokratîk hêza xwe ji îdeolojiya derbekar digire. Ji ber vê li Tirkiyeyê kom û beşên xwedî nasnameyên civakî, mezhebî, olî û etnîkî yên cihê rastî her cûre zext û zilmê tên.”

Federasyona Komeleyên Suriyanî ya daxuyaniyek nivîskî da got: “Taybetmendiyê bingehîn a rêbaza rêveberiya demokratîk a vîna gel derdixe holê hilbijartin e.  Lê mixabin di salên dawî de li Tirkiyeyê ti nirxeke yê hilbijartinê nemaye.

Bi vê pêkanînê çawa ku di nava gelên Tirkiyeyê de rê li ber fikar, bê aramî û baweriyê vekir, îtibara Tirkiyeyê ya di nava navneteweyî de jî xistiye. Bang li raya giştî ya Tirkiye û cîhanê dikin ku li dijî vê hişmendiya derbekar bibin xwedî helwest û cih li gel vîna gel û nûnerên hatî hilbijartin bigirin.”