FEDA: Komkujiya Mereşê dewam dike

FEDA'yê bi bîr xist ku Komkujiya Mereşê ji bo koçberkirina Kurdên Elewî û guhertina demografiya herêmê hate kirin û got, ev zîhniyeta niha jî dewam dike.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya salvegera Komkujiya Mereşê daxuyaniyek weşand ku di 19'ê Kanûna 1978'an de dest pê kir û hefteyekê dewam kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Komkujiya Mereşê piştî Komkujiya Dersimê yek ji hovîtiya mezin a li dijî Kurdên Elewî ye û hate gotin, komkujî li dijî gel û baweriyan veguherî polîtîkayeke dewletê ya bi rêk û pêk.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, "Komar li Tirkiyeyê veguheriye propagandakarê komkujiyan. Ev rastî niha jî di dema desthilatdariya AKP'ê de bi rengekî berbiçav tê dîtin. Di dema AKP'ê de gef û înkara dewletê li dijî Elewiyan hemûyan dewam dike. Di vê serdemê de jî eger komkujiyek rû bide wê metirsiya herî mezin li dijî Elewiyan be."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku tevî ku 41 sal di ser Komkujiya Mereşê re derbas bûn yên komkujî kirin û yên plan kirin nehatin cezakirin û hate gotin, "Ev komkujî belgeyeke dîroka rûyê bi xwîn a komarê ye. Ev komkujî plana koçberkirina Elewiyên Kurd û guhertina demografiyê bû."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi planên cuda heman komkujî hewl tê dayin ku bê kirin û hate gotin, "Kampa ku li gundê Teroyan hate avakirin, madeya kanserê ya li deşta Mereşê, febrîqeyên çîmento hemû parçeyên van planan bûn. Bi polîtîkayên tirsandin û koçberkirinê dixwazin bi destê dewletê Kurdên Elewî neçar bên hiştin ku koç bikin."

FEDA'yê qurbaniyên komkujiya Mereşê bi bîr anî û destnîşan kir ku li dijî zilmê wê ti carî dest ji rêya xwe ya rast bernedin.