‘Ez heta tola kekê xwe yê şehîd ranekim ez narewestim‘

Xwişka Şehîd Merwan Bedel, Hilwa Xelef anî ziman ku ew bixwîna kekê xwe yê şehîd sond dixwe ku heta tola kekê xwe nerake wê tu carî neraweste û got: “Ew kesê bêbext ger biçe li ber perên ezmanan jî ez li pey wî bernadim û heta wî ceza dikim.“

Balafira bêmirov a Tirk di 7’ê Kanûnê de roja yekemîn a rojiyên Êzî de êrîşî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê, Merwan Bedel Xwedêda kir. Di dema êrişê de du zarokên wî jî li gel wî bûn. Di encama êrîşê de Merwan Bedel şehîd bû. Zarokên wî ji aliyê xelkê ve hatin rizgar kirin.

Malbata Şehîd Merwan Bedel û TAJÊ li cihê êrîşê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de xwişka Şehîd Merwan Bedel, Hilwa Xelef axivî.

 ‘DI GELEK ALIYAN DE XEBAT MEŞAND‘

Xwişk Xelef da zanîn ku Şehîd Merwan Bedel bi zarokatî tenê û sêwî mezin bû û got: “Di nava zehmetî û malwêraniyê de mezin bû. Dayika wî ji bo wî bigihîne vê astê gelek êş û zorî kişand. Bav di rêya Êzî de şehîd bû. Ew jî di heman rê de şehîd bû. Xwedî ruhekî bihûştî bû û tu carê berjewendiyên şexsî nefikirî. 8 sal bû di aliyê leşkerî û siyasî de bê navber xebat meşand. Cihê xwe di eniyên şer de girt. Tu carê zirerek wî ji tu kesê re çênebû.“

‘EZ Ê TOLA KEKÊ XWE RAKIM‘

Xelef diyar kir ku ew ê tola kekê xwe rake û got: “Kesê ku bi berdêla pere cihê kekê min daye dewleta dagirker a Tirk ez ê bi destê xwe wî ceza bikim. Ez tiştek ji Tirkan re nabêjim, ji xwe dagirker û dijmînê civaka Êzidî ye. Lê gotina min ji bêbextan re ye. Bêbextên xwe difiroşin pereyan. Kesên ku bûne sedema kekê min bibe hedefa balefirên bê mirov û bi çek ên Tirkiyeyê. Divê baş bizanin ez ê tola birayê xwe rakim û ez vê yekê ji wan re nahêlim. Ew kes biçin li ber perên ezmanan jî ez ê wan peyda bikim û ceza bikim. Bêbextno dilê xwe rehet nekin û nebêjin em deşîfre nabin.“