‘Ev ne birayên me yên olê ne’

Li Taxa Alîpaşayê ya navçeya Sûrê ya Amedê yên ku li hemberî hilweşandinê li ber xwe didin, nerazîbûnên li hemberî qutkirina av û elektrîkê didome.

Şêniyên taxê diyar kirin ku pêdiviya wan bi ava vexwarinê heye û ji ber avahiyên hatine valakirin nexweşî belav dibe û ji AKP’ê re gotin: “Di fitarî û paşîvê de ava me tune. Xwarinên me yên di sarincan de xerab bûn. Ka em hemû misilman bûn. Ev ne birayên me yên olê ne.” Derket holê ku di xaniyên bi darê zorê hatine desteserkirin, fiyatên cihê didin avahiyên ku mezinahiya wan bi qasî hev in.

Li hemberî biryara hilweşandinê ya xaniyên li Alîpaşa û Lalebeyê berxwedana gel didome. Ligel ku ji deh rojan zêdetir e ku av û elektrîk hatiye qutkirin jî, gel xaniyên xwe terk nakin.

Gel avê ji taxa Lalebeyê werdigire û li taxê avahiyên hatine valakirin nexweşî jê belav dibe.

Şêniya taxa Alîpaşayê Fatma Taşçi got: “Him li taxa me û him jî li taxa kêleka me Lalebeyê hevgirtina me didome. Li taxa Lalebeyê li ber her malê xortim hatiye kişandin û em ava vexwarinê ji vê derê distînin.”

Taşçi diyar kir ku piştî hilweşandina gund ew hatine taxa Alîpaşayê û got: “Piştî 10 salan me ji xwe re xanî kirî. Lê vê carê jî TOKI’yê bêyî me xaniyê me firotiye. Tapoya min hê li ba min e, lê bêyî haya min dest danîne ser xaniyê min. Em sê malbat di vî xaniyî de dijîn. Av û elektrîka me qut kirin, lê em ê ji vir dernekevin.”

JI BO XANIYÊN WEKÎ HEV FIYETÊN CIHÊ

Derket holê ku TOKI’yê ji bo xaniyên wekî hev fiyetên cihê diyar kiriye.

Miyaser Çinar a ku xwediya daîreyekê ye got : “Xaniyê min û xizmên min ê li qata jorî min wekî hev e lê TOKI’yê fiyetên cihê ji bo xaniyan diyar kiriye.”