Ev du meh in agahî ji Ramîn Huseyîn Penayî nayê standin

Hêzên rejîma Îranê 23'ê Hezîranê Ramîn Huseyîn Peanayî bi girandarî birîndar kiribû û binçav kiribû. Ev 2 meh in agahî ji Penayî û du birayên wî nayê standin.

Li eyaleta Sinê ya Rojhilaê Kurdistanê, 23'ê Hezîranê hêzên rejîma Îranê çalakgerê siyasî û tê gotin endamê Komala birîndar kiribûn, piştre binçav kiribûn û ev 2 meh in agahî jê nayê standin.

Li gorî Saziya Mafên Mirovan a Rojhilat Penayî yê ku bi 3 guleyan li Sinê, 23'ê Tebaxê bi birîndariyeke giran bû, hate binçavkirin, nayê zanîn bê ka li kû ye.

Li gel ku dê û bavê Penayî tim serî li rejîmê didin jî rejîma Îranê nade malbatê.

Piştî binçavkirina Penayî hêzên rejîmê bi ser malan de girtibûn, birayên Penayî Efşîn û Enwer û xizmên wan Zubeyr, Ehmed, Ebas û Keywan binçav kiribûn.

Zubeyr, Ehmed, Ebas û Keywan piştî 5 rojan êşkence li wan hate kirin hatin berdan lê agahî ji Penayî û birayên wî nayê standin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî 30'ê Hezîranê daxuyanî dabû û gotibû ew talokeya ku Penayî di binçav de were nebedîkirin heye.