Esnafên navçeya Mexmûrê: Divê partiyên Kurd yekgirtî bin

Esnafên navçeya Mexmûrê ji bo yekîtiya neteweyî bang li partiyên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê kirin ku di nava xwe de yekgirtî bin.

Esnafên navçeya Mexmûr a girêdayî parêzgeha Mûsilê ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku divê hemû partiyên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê yekgirtî bin.

‘DAGIRKER RÊ NADIN KURD BIBIN YEK DENG’

Esnaf Bextiyar Îsmaîl Mihemed Emîn diyar kir ku dagirker rê nadin Kurd bibin yek parçe û got: “Dagirkeran her çar parçeyên Kurdistanê dagir kirine û rê nadin ku Kurd bibin yek parçe û yekîtiya xwe çêbikin. Em hêvîdarin ku yek hêza Kurd hebe û Kurd bibin yek deng û yek reng. Ev ji bo her çar parçeyên Kurdistanê pêwîstiyeke.”

Mihemed Emîn bibîr xist ku ger Kurd nebe yek deng nikare tiştekê jî bidest bixe û wiha pêde çû: “Divê her çar parçeyên Kurdistanê bi hev re rûnin û yekîtiya xwe çêbikin. Ger ku Kurd nebe yek deng li her çar parçeyên Kurdistanê nikare tiştekê bike. Erk û berpirsyartiyek mezin li ser milê civakê heye, divê em hemû bi hev re li hev kom bibin hest pê bikin ku xetereyek li her çar parçeyên Kurdistanê li ser Kurdan heye. Divê helwesta me hemûyan yek be.”

‘DIVÊ HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ YEKGIRTÎ BIN’

Esnaf Mistefa Omer Îsmaîl jî destnîşan kir ku divê her çar parçeyên Kurdistanê yekgirtî bin û wiha domand: “Divê hemû partiyên Kurdistanê yekgirtî bin, nabe ku her yek ji bo xwe bike ji ber ku em hemû Kurdin, divê em bi hev re bin û di nava xwe de yekîtiyê çêbikin. Niha êrîşên zêde li Kurdistanê li ser Rojava, Mexmûr û bajarên din hene. Herî dawî me dît bombe li Hewlêrê hate barandin, diviya bu hemû Kurdan yekitî di nava xwe de çêkiriba û bi yek dengî bersiv bidaba.”

Îsmaîl ragihand ku pêwîste Kurd li ser xeteke yekrêziyê bimeşin û got: “Divê hemû partiyên Kurd YNK, PDK, Goran û partiyên din yekgirtî bin û li ser xeteke diyar bimeşin. Pêwîste ku em partîbûnê bidin aliyekê û yekîtiyê di nava xwe de çêbikin. Pêwîste ciwan jî vê yekê li ber çavê xwe bigre, Kurdayetî li pêşiya hemû tiştê tê û pêwîste ciwan li gel hemû partiyan yekîtiyê biparêzin.”

Herî dawî Îsmaîl da zanîn ku divê gelê Kurd hemû yek alî bin û li ser rêyekê bimeşin, ger ku pişta hev negrin nikarin tiştekê jî bi dest bixin.