Ertan: Li Wanê Rewşa Awarte heye

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î û êrîşên li dijî xwe axivî. Ertan got, li Wanê Rewşa Awarte heye.

Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan beşdarî Fûara Pirtûkan a 7'emîn a Amedê bû û polîtîkaya qeyûm a rejîma AKP-MHP'ê nirxand.

Ertan diyar kir, ku polîtîkayên hundir û derve yên desthilatdariya siyasî têk çûne û êdî nikare welêt bi rê ve bibe.

Ertan ragihand ku bi taybetî ji dema Rewşa Awarte û vir ve mafên wan tên desteserkirin û got, "Gelên Tirkiyeyê di ti serdemê de ewqasî zerar nedîtine."

Ertan got, "Bi taybetî çend sal in di serî de binpêkirina mafên jiyanê, hemû daxwazên siyaset û gelê Kurd bi tundiyê tê tepisandin. Ya ku di 19'ê Tebaxê de hate kirin qanûnîkirina biryarnameya Rewşa Awarte ye. Erka ku li dijî destûra bingehîn e bi rengekî nebaş bi kar anîn û bi vî rengî mafê hilbijartinê ji destê gelê Kurd wergirtin. Dest li mafê xwerêvebirinê yê gel werdan."

'GELÊ KURD VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKE'

Ertan destnîşan kir ku mirovên deng dane partiya xwe hem jî mirovên deng nedane vê neheqiyê qebûl nakin û got, "Rêbazên demokratîk ên ji bo wergirtina mafên xwe niha hemû hatine betalkirin. Her kesên ku tiştekî dibêje digire û êşkenceya giran li wan dike. Li hemû herêmên Tirkiyeyê rewşeke bi vî rengî heye."

Ertan got, "Ya ku di şexsê me de berbiçav bû, wijdanê hilbijêran e, paşeroja wan e, daxwaza wan a rêveberiyê ye. Gelê me di 31'ê Adarê de bi dirûşma 'em qeyûm naxwazin' çûn dengdanê û tevî ewqas propagandayên dijber, girtina wekîl û hevşaredarên me, tevî ewqasî karê ji bo krîmînalîzekirinê, mirovan gotin 'em van mirovan hildibijêrin'. Ev yek peyameke gelekî girîng e. Ji ber vê yekê destwerdana ku niha hikumet dike ne li dijî şexsê me ye, li dijî îradeya gel e."

Ertan der barê êrîşên polîsên AKP'ê de yên li Wanê got, "Li Wanê zêdeyî 3 sal in rewşa awarte, astengî û dorpêçî heye. Ev yek bi biryara walî û bi hinceta 'ewlekariyê' tê kirin. Yanî niha li Wanê Rewşa Awarte heye. Ji ber ku li her deverê pêkanîna çalakiyan, daxuyaniyên çapemeniyê, xwepêşandanan qedexe ye. Lê ev hemû tenê li hinek beşên civakê qedexe ye."

Ertan got, "Tevî her tiştî gel bi me re ye."