Êrîşên li rojavayê Minbicê hatin şikandin: 12 çete hatin kuştin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li rojavayê Minbicê hatin şikandin. Di encamê de 12 çete hatin kuştin û wesayîtek hat rûxandin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li rojavayê Minbicê hatin şikandin. Di encamê de 12 çete hatin kuştin û wesayîtek hat rûxandin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh êrîşî gundên rojavayê Minbicê kirin. Di heman demê de, çeteyên DAIŞ'ê jî êrîşî gundên başûrê bajêr kirin. Şervanan bersiva van êrîşan dan û li van herêman şerekî dijwar heta danê êvarê dewam kir.
Di encama vî şerî de, êrîş hatin şikandin û 12 çete hatin kuştin, 30 çete jî birîndar bûn. Şervanan wesayîteke BMB a çeteyên dewleta Tirk rûxandin.
Berpirsê Buroya Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku hin îdîayên ku têne gotin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Korhiyok, Xalda û Olaşlî yên rojavayê Minbicê dagir kirine, ne rast in.