FLAŞ

Êrîşa bi wesayîta bombebarkirî hat têkbirin

Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîş gundê Suwediye ya Rojava bikin, ku ev gund li bakurrojavayê Reqayê ye. Êrîş ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve hat têkbirin.