Erel: Em li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
Hevseroka TUHAY-DER'ê ya Amedê Yeter Erel diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê civak û girtîgeh xistine bin bandora xwe û got: "Em li dijî tecrîd û zilmê dengê xwe bilind bikin."
Hevseroka TUHAY-DER'ê ya Amedê Yeter Erel diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê civak û girtîgeh xistine bin bandora xwe û got: "Em li dijî tecrîd û zilmê dengê xwe bilind bikin."
Hevseroka Amedê ya TUHAY-DER’ê Yeter Erel ragihand ku tecrîda li Îmraliyê tenê bi kesekî re sînordar nemaye, gelê Kurd xistiye bin bandora xwe.
Hevseroka Amedê ya TUHAY-DER’ê Erel ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dewlet bi tecrîdê re dixwaze îradeya siyasî ya gelê Kurd bişikîne û lêgerînên demokrasî û aştiya civakî têk bibe. Erel destnîşan kir ku ev îzolasyon di heman demê de ji bo muxalefeta demokratîk a li Tirkiyeyê û hêviyên aştiya civakî derbeyeke giran e.
Erel anî ziman ku tecrîd di nava civakê de travmayên kûr diafirîne û got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan di nava beşeke mezin a gelê Kurd de dibe sedema hêrsê. Ev rewş ne tenê gelê Kurd, her wiha ji aliyê neyînî ve bandorê li beşên civakî yên di lêgerîna edaletê de ne, dike. Bi taybetî, di nava nifşên ciwan de li dijî van polîtîkayên zordar ên dewletê lêgerîna edalet û berxwedanê hîn xurttir dibe."
VEGUHERÎ NAVENDA ÊŞKENCEYÊ
Erel diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê, li girtîgehên Tirkiyeyê hemûyan dibe sedema binpêkirina mafên mirovan û ev tişt got: “Şert û mercên girtîgehê her roja ku derbas dibe, hîn xirabtir dibe. Bi taybetî li ser girtiyên siyasî yên Kurd, zext zêde dibin. Mafên wan ên peywendiyê tê astengkirin û cezayên disîplînê yên kêfî zêde tên pêkanîn. Rewşa girtiyên nexweş jî pir giran e. Mafê wan ê xizmeta tenduristiyê tê astengkirin. Gelek girtiyên nexweş ên di xeteriya jiyanî de ne terkî mirinê têne kirin. Ji sala 2023’yan ve zêdeyî hezar û 600 girtiyên nexweş li girtîgehan e û ji van 600 di kategoriya nexweşên giran de ne. Ev şert û merc nîşan didin ku girtîgeh veguherîne navendên êşkenceyê.”
BI BIRYARDARÎ TÊKOŞÎN TÊ DOMANDIN
Erel anî ziman ku îsal weke malbatên girtiyan û komele gelek çalakî û merasîm lidar xistin û wiha pêde çû: “Di çarçoveya van çalakiyan de her hefte em li ber girtîgehan çalakiyên rûniştinê lidar dixin. Di serî de Kurdistan, li her çar aliyên Tirkiyeyê bi rengekî hemwext ev çalakî tên lidarxistin. Ev çalakiyên me yên ‘Deng bide azadiyê’ ji bo rabûna tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, ji bo bidawîbûna şert û mercên dermirovî yên li girtîgehan dengekî xurt û banga piştevaniyê ye. Rewşa girtiyên nexweş jî weke meseleyeke lezgîn li pêşberî me disekine. Em ê jî çalakiyên xwe bidomînin. Ji bo agahdarkirina raya giştî û di platformên neteweyî û navneteweyî de vê pirsgirêkê bixin rojevê, em têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Di vê pêvajoyê de alîkarî û piştevaniya gelê me, wê bibe ewlekariya herî girîng a vê têkoşîna edaletê.”
ZILMEKE KU BANDORÊ LI ME HEMÛYAN DIKE
Erel xwest ku xwedî li têkoşîna edalet, aştî û mafên mirovan bê derketin û ev tişt got: “Polîtîkayên tecrîdê amûreke zilmê ye ku ne tenê kesekî yan jî civakekê, bandorê li me hemûyan dike. Divê em li dijî vê zilmê bisekinin û rûmeta mirovahiyê biparêzin. Em ji bo aştî, edalet û azadiyê bibin yek û dengê xwe bilind bikin. Em ji bîr nekin ku; bêdengmayîn, tê wateya hevkariya zilmê. Ji bo ku her kes bibe parçeyekî vê têkoşînê û edalet pêk were, çi ji destê kê tê divê bike. Eger em bi hev re tevger bigerin, em ê rêya ku diçe azadî û aştiyê bikarin vebikin. Ez bang li gelê me û raya giştî ya navneteweyî hemûyan dikim; em li dijî tecrîd û zilmê bi hev re têbikoşin û ji bo edalet û aştiyê dengê xwe bilind bikin.”