Erebên Şengalê: Wê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk têk biçe

Eşîrên Ereb ên li Şengalê dijîn bi meş û daxuyaniyekê êrîşên hovane ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê dewam dike şermezar kir û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Efrînê anîn ziman.

Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê, gelê Ereb ê li Şengalê dijîn bi meşek û daxuyaniyekê şermezar kir û gotin, armanca êrîşên Erdogan yekîtiya gelê Rojava û Bakurê Sûriyeye.

 ‘GELÊ KURD AZADIYÊ JI BO HEMÛ GELAN DIXWAZE’

Daxuyanî li ser navê eşîrên Ereb ên li Şengalê dijîn ve hate xwedin û bal kişand ser alîkariya gelê Rojava û Bakurê Sûriye ya ji bo gelê Ereb û ev tişt hate gotin: “Di serî de em êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê, YPG/YPJ’ê didin nîşandan. Armanca êrîşên dewleta Tirk û Erdogan yekîtiya li Rojava û Bakurê Sûriye hatiye avakirin têk bibe ye. Em weke gelên Ereb, Kurd, Êzidî, Xirsitiyan, Kurd û hemû civakên din pêwîste weke erekekî mirovî li hemberî van êrîşên hov ê civakan qir dike rawestin. Em jî weke eşîrên Ereb ên Şengalê êşa wan hîs dikin û piştgiriya berxwedana wan dikin. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku dawî li êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Efrînê bînin ji ber ku gelê Kure azadiyê ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelan dixwaze ye.”

 ‘EM GELÊ EREB AMADENE XWE JI BO EFRÎNÊ FEDA BIKIN’

Her wiha di dewama çalakiyê de li ser navê Eşîra Şeabiya ên Mûxeybir û Eşîra Erarî jî daxuyaniyek hate xwendin û ev tişt hate gotin: “Êrîşa li ser Efrînê tê wateya êrîşa li ser li ser hemû pêkhateyên li herêmê dijîn e. Em bang li hemû hêzên navneteweyî, gelê cîhanê û mirovên azadîxwaz dikin ku li hemberî van êrîşan rawestin û erka xwe ya mirovatiyê bi cih bînin. Dîsa dawî li vê tecrîda girankirî ya li ser Serok Apo bînin û azad bikin. Em hemû gelên Ereb amaden ji bo Efrînê canê xwe feda bikin. Êrîşên li ser Efrînê weke gelên din ên cîhanê em jî li vir qebûl nakin û şermezar dikin. Em weke gelên Ereb ên Şengalê dijîn piştgiriya xwe ya ji bo gelê Efrînê diyar dikin.”

Çalakî piştî daxuyaniyê bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Efrînê" û "Bijî Serok Apo" ve bi dawî bû.