Erdheja Xarpêtê: Hejmara miriyan zêde dibe
Di erdheja bi pileya 6.8 ya navenda wê navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê de hejmara miriyan bû 22 kes.
Di erdheja bi pileya 6.8 ya navenda wê navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê de hejmara miriyan bû 22 kes.
Li Xarpêtê şevê din saet 20:55’an bi pileya 6.8 erdhejiya ku navenda wê naveçya Sîvrîce bû. Di dema erdhejê de li Taxa Gezîn a navçeya Maden Apartmana Mavî Gol a 4 qat hilweşiya. Tîmên AFAD’ê ji bo 5 kesên di bin xirbeyan de mayîn saetên şevê xebatên rizgarkirinê da destpêkirin. Cenazeyê Maviye Bugdayli ji nava xirbeyan hate derxistin û Rabîa Gogdemîr jî birîndarî hate rizgarkirin.
Xebatên lêgerînê tevahiya şevê din dom kir û serê sibê Merîç Dîşlî bi birîndar hate rizgarkirin ku bi hevjîna xwe ya ducanî û kurê xwe ve dibin xirbeya de mabû. Merîç Dîşlî pitşre rakirin nexweşxaneyê. Piştre cenazeyê kurê wî Mîraç Dîşlî hate dîtin û hevjîna wî Pinar Dîşlî ya 6 mehî ducanî birîndarî hate rizgarkirin. Tevî hemû mûdaxeleyan Pinar Dîşlî ku bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê nehate rizgarkirin.
ERDHEJÊN BIÇÛK DIDOMIN
Li Xarpêtê erdhejê bi pileya biçûk didomin. Ji duh ve 13 erdhejên bi pileya ser 4’an re ku navenda wê navçeya Sîvrîce pêk hatin û bi giştî nêzî 300 erdhejên biçûk çêbûn.
Li herêma Bekçîte ya navçeyê herî dawî saet 11:40’an bi pileya 4.3 û dibin kurahiya 3.4 kîlometre de erdhej çêbû.
Ji ber erdehên biçûk li Sîvrîce û Xarpêtê gel panîk bûn.
GIRTÎGEHA SEMSÛRÊ
Li Saziya Cezayê Înfas a Semsûrê jî xisar çêbû. Wezareta Edaeltê piştî erdehjê biryara valekirina Girtîgeha Semsûrê da. Bi biryarê re 814 girtî sewqî girtîgehên Dîlok, Riha û Mereşê hatin kirin.
Sûrên Amedê ji ber erdheja li navçeya Xûxê ya Xarpêtê pêk hat, hilweşiya.
Bandora erdheja li navçeya Xûxê ya Xarpêtê rû da dewam dikin. Ji Kîlîsê bigirin heya Samsûnê, li gel bajaran erdhejê bandora xwe nîşan da. Sûrên dîrokê yên Amedê jî ji vê erdhejê bi bandor bûn. Du cihên cuda yên Sûrên Amedê yên di navber Deriyê Rihayê û Deriyê Duderî de, hilweşiyan. Li cihên ku kevirên wê hilweşiyan, ekîbên zabiteyan bendên parastinê vekişandin.
AFAD: 40 KES BI SAXÎ HATIN RIZGARKIRIN
Li gorî daxuyaniya dawî ya Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Xwezayî (AFAD) li Xarpêtê 18, li Meletî 4 kes mirin û 1103 kes jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li navenda bajarê Xarpêtê dibin xirbeyên 3 avahiyan de xebatên rizgarkirinê didomin. Li aliyê din hate gotin ku 40 kes bi saxî hatine rizgarkirin.
Li gorî daxuyaniyê li Xarpêtê 655, li Meletî 226, li Amedê 32, li Semsûrê 25, li Êlihê 6, li Mereşê 37, li Rihayê 50 bi giştî 1103 kes rakirine nexweşxaneyê yan jî serî li nexweşxaneyan dane.
CENAZEYÊ 4 KESAN HATE VEŞARTIN
Jina bi navê Gazal Say û kurê wê Yûsûf Alî Say ên navenda navçeya Doganyol a Meletiyê di erdheja li navçeya Xûxê ya Xarpêtê pêk hat de, jiyana xwe ji dest dan li Goristana Doganyolê hatin definkirin.
Cenazeyê Fatma Yildiz û kurê wê Dorûk Abbas ên ji bin xirbeyên Avahiya Dîlek a li Taxa Sursuru ya Xarpêtê hatin derxistin, li Goristana Asrî ya Xarpêtê hatin definkirin.