Enqerê di germaya rojiyê de av ji ser Sûrê qut kir!

Li Sûrê dewleta dagirker ji aliyekê ve Sûrê xira dike û ji aliyê din ve jî avê ji ser gelê Sûrê qut dike.

Li Sûrê ya Amedê dewleta Tirk, bi fermanên rejîma AKP’ê li taxên Alîpaşayê malên gel bi kepçeyan xira dike.

DewletaTirk li taxa Alî Paşayê dixwaze xwediyê xaniyan bi kotekî û darê zorê derbixîne lê xwediyê malan jî li ber xwe didin û dernakevin. Her wiha ji aliyekê ve jî li deverên vala dewlet bi kepçeyan xaniyên şêniyên taxê xira dike.

DÎSKÎ ya girêdarî Qeyûmê av ji ser taxên Sûrê birî. Keyayên taxên Alîpaşa Behzar Sular û yê Lalebeyê Abdullah Çelîk ji bo ku av ji ser Sûrê qut kirine hem bi walî re û hem jî bi DÎSKÎ re rûniştin. Keyayan gotin ji ber sedema rojiyê avê ji ser wan qut nekin, ji bo demeke kurt çareserî hate dîtin.

ENQERE: KÊ AV VEKIR?

Lê duh ji Enqerê şandeyek li ser navê Seroktiya Koordînasyonê û Çavdêrê Razemîniyê hat û li Alîpaşayê lêkolîn kir. Lê piştî ku şandeyê çend nîşe wergirtin, dema ku dîtin ava vexwarinê tê, dijûn li Keyayan re kirin û pirs kirin bê ka kê ava berdaye û ji wir dûr ketin. Piştî ku şandeya girêdayî rejîma AKP’ê dûr ket ava dîsa ji ser Sûrê qut kirin.

 ‘MALA ME YÊ FIROTONÊ YE’

Azîza Akay ku bi çar neviyên xwe re li mala xwe ya bi tapo rûdine û got: ‘’Mala min ne ya firotonê ye, em nafiroşin TOKI’yê û ne jî difiroşin hine din.