Eniya têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk: Leşkerên Tirk derxînin!

'Eniya têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk' xwest, biryar bê dayin ku leşkerên Tirk ji herêma Kurdistanê werin derxistin.

'Eniya têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk' ku ji nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, parlamenter, rûspî û aktîvîstan pêk tê, li Silêmanî daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li pêşiya nûnertiya Parlamenta Kurdistanê hate dayin. Eniyê li ser mijarê daxwaznameyek pêşkêşî Parlamenta Herêma Kurdistanê kir.

'DENGÊ NERAZÎ EM BIGÎHÎNIN CÎHANÊ, EM LEŞKERÊN TIRK DERXÎNIN'

Endama eniyê Avan Cemal daxuyanî xwend û got, "Em ji parlamenta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin li ser dagirkeriya Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê rûniştineke taybet li dar bixe. Her wiha helwest xwe û nerazîbûna xelkê Herêma Kurdistanê ji raya giştî re ragihîne. Ji bo derxistina leşkerên Tirk ji herêma Kurdistanê biryarê bide."

Di daxuyaniyê de işaret bi biryara hejmara 37'an a parlamentê hate kirin ku sala 2003'an li ser derxistina leşkerên Tirk ji herêma Kurdistanê hate dayin û ji parlamentê hate xwestin ku vê biryarê bi cih bîne.

EMÎN: HEBÛNA LEŞKERÊN TIRK NE QANÛNÎ YE

Piştre parlamenterê Tevgera Goran li Parlamenta Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn axivî û got; "Em vê daxwaza hatiye kirin gelekî girîng dibînin em ê kar li ser bikin. Em ê hewl bidin parlamenta Herêma Kurdistanê di demek herî zû de rûniştinek taybet li ser vê mijarê lidar bixe û biryara pêwîst li ser bide. Ji ber em jî ji dagirkirina axa Herêma Kurdistanê nerazîne. Hebûna hemû leşkerên Tirk û Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê ne qanûnî ye."

Parlamenta Herêma Kurdistanê sala 2003'an ji bo derxistina hêzên biryanî (artêşa Tirk) li nava herêma Kurdistanê biryara hejmara 37’an derxistibû.