Endamên KCD'ê hatin binçavkirin
Li Amed û Agiriyê, 4 kes hatin binçavkirin ku endamên KCD'ê jî di nav de hene.
Li Amed û Agiriyê, 4 kes hatin binçavkirin ku endamên KCD'ê jî di nav de hene.
Li navçeyên navendî yên Amedê, polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinê de endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Tulay Ozdemîr û endamê KCD'ê û Rêveberê Însiyatîfa Pêşvebirin û Lêkolînê ya Zimanê Kurdî Îrfan Babaoglû hate binçavkirin.
AGIRÎ
Li navçeya Giyadîn a Agiriyê, xebatkarê şaredariyê meel Hasan Demîr (65) û Adem Yalazî (23) li mala xwe ji aliyê jendermeyan ve hatin binçavkirin.
WAN
Li navçeya Erdîş a Wanê jî polîsên Tirk danê sibehê avêtibûn ser malan û gelek kes binçav kiribûn.