Endamên heyeta ku PDK’ê destûra wan nedabû, dest bi greva birçîbûnê kirin

Ji bo balê bikişînin ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk heyeta aştiyê xwestibû biçe Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku 5 kes hatin destgîrkirin Demîr Çelîk, Alîcan Yildirir, Cemal Demîr, Rabîa Baldemîr û Mûtlû Tatar dest bi greva birçîbûnê kirin.

5 kesên ku ji bo balê bikişînin ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û helwesta PDK’ê, dest bi greva birçîbûnê kirin.

PDK’ê destûr nedabû ku Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk, Alîcan Yildirir, Cemal Demîr, Rabîa Baldemîr û Mûtlû Tatar biçin Başûrê Kurdistanê. PDK’ê biryar da ku ev her pênc kes heta roja Sêşemê li balefirgehê bin.

5 kesan ji bo protestokirina vê helwesta PDK’ê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Siyasetmedar û Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk ji ANF’ê re axivî û diyar kir ew dixwazin balê bikişînin ser şerê di navbera Kurdan de û ji bo pêkhatina diyalogê wan gelek rîsk dane ber çavê xwe hatine Başûrê Kurdistanê lê divê berdêla vî tiştî ne ev be.

Çelîk got “Ji bo protestokirina vê rewşa ku nahêle em biçin welatê xwe, vê hewldana me krîmînalîze û pûç dikin, me dest bi greva birçîbûnê kir.”