Endamên HDP, KESK û Koma Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin

Rêveberên KESK'ê, endamên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û endamên Koma Muzîkê ya Bajar, li Rihayê serdana malbata Şenyaşar kir ku ji bo edaletê li ber xwe dide.

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê nobeda edaletê dewam dike.

Di roja 280'ê ya çalakiya nobedê de Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê serdana malbata Şenyaşar kir.

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Umît Dede serdana malbata Şenyaşar kir ku ji aliyê endamên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Şaxê Rihayê û parêzerên dozê ve hate pêşwazîkirin.

Umît Dede got, "Bi navê HDP'ê me serdana malbata Şenyaşar kir ku li Tirkiyeyê bûye sembola berxwedanê. Ji destpêkê ve em şopdarên dozê ne."

Ferît Şenyaşar jî di dema serdanê de nerazîbûn nîşanî polîsan da ku dîmen dikişand û got, "Biçin bidin pey kujerên komkujiyê, wan bigirin."

Piştî heyet HDP'ê endamên Koma Muzîkê ya Bajar tevî rêveberên Konfederasyona Sendîkayê Kedkarên Cemaweriyê (KESK) serdana malbata Şenyaşar kir. Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk û endamên Platforma Şaxên Rihayê jî di dema serdanê de amade bûn.

Di dema serdanê de bi navê Koma Bajar Vedat Yildirim axivî û got, "Eger edalet bi cih neyê wê civak birîndar bibe."

Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk jî destnîşan kir ku bi navê konfederasyonê ew bi malbata Şenyaşar re ne.