Endamê Meclîsa Şaredariya Sarayê yê DBP'yî Ozevlî li hundirê wesayîta xwe mirî hat dîtin

Endamê Meclîsa Şaredariya Sarayê yê DBP'yî Bûrhan Ozevlî li hundirê wesayîta xwe mirî hat dîtin.

Endamê Meclîsa Şaredariya Sarayê yê DBP'yî Bûrhan Ozevlî, ku piştî ji Wanê çû Mereşê agahî jê nehat girtin, di hundirê wesayîta xwe de mirî hat dîtin. 

Ozevlî roja 13'ê Çileyê bi wesayîta xwe çû Mereşê, roja 19'ê Çileyê bi malbata xwe re axivî û diyar kir, ku ew vedigere Wanê.

Lê piştî 19'ê Çileyê agahî jê nehat girtin. Malbata Ozevlî li ser vê yekê serî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr da bû.

Ozevlî nîvê şevê li hundirê wesayîta xwe, li Mereşê mirî hat dîtin.

Sedema mirina Ozevlî wê piştî otopsiyê eşkere bibe.