Endamê AKP'ê yê ji ber destavêtinê hate girtin, hate berdan!

12 mêrên ji ber destavêtê dihatin darizandin û dihat xwestin, ku bi 44,5 sal cezayê girtîgehê werin cezakirin, hatin berdan. Yek ji van jî Serokê Baskê AKP'ê yê Ciwanan e.

Li navçeya Pasûr a Amedê, ji 13'ê Hezîrana 2014'an heta 21'ê Adara 2015'an, 86 mêran bi rêk û pêk dest avêtin zaroka bi navê F. a 14 salî, ku ji aliyê mejî ve astengdar e. Piştî ku F. gilî kir, lêpirsîn hate vekirin û rûniştina doza li 21 mêran hate vekirin, îro dewam kir. Rûniştina sêyemîn a dozê, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Di vê dozê de ku 21 mêr tên darizandin, 12 kes hatin berdan. Yek ji van bersûcên hatiye berdan jî Serokê berê yê Baskê AKP'ê ye Ciwanan ê Navneçay Pasûrê Mehmet Kara ye.

Di rûniştina dozê de ku 21 mêr ji ber sûcên 'destavêtina li zarok' û 'pêşîgirtina li azadiya mirov' hatin darizandin û hat xwestin bi 44,5 salan bê cezakirin, ji bersûcan Ersîn Ş., Serhat E., Raydîn E., Akîf K.S., Huseyîn Ç., Selahattîn A., Melîk S., Mûstafa Y., Bayram B., Yakûp A., Buyamîn C., Emrah Z., Erman O., Fûat G., Mehmet Ş., Mehmet T., Mûstafa A., Mûstafa Ş., Ûgûr K., Yucel K. û Serokê berê yê Baskê AKP'ê yê Ciwanan ê Navçeya Pasûrê Mehmet Kara amade bûn. Parêzerên zaroka mexdûr, parêzerên Komîsyona Jinan a ÎHD'ê, Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê û Midûriyeta Bajêr a Polîtîkayên Malbat û Civakê beşdarî rûniştinê bûn.

Rûniştin bi rengekî girtî pêk hat. Li gorî agahiyên me bi dest xist, bersûcan îfadeya xwe dubare kirine û li gel qeydên HTS'ê, delîl û belgeyan jî, bersûcan gotine ew F. nas nakin û çima nûmarayên wan di HTS de derdikeve, nizanin.

Piştî navberê, heyeta dadgehê biryara berdana 12 bersûcan da, ku Serokê berê yê Baskê AKP'ê yê Ciwanan ê Navçeya Pasûrê Mehmet Kara jî di nav de heye. Û doz ji bo 21'ê Îlonê taloq kir.