Encamnameya 2. Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê

Encamên kongreya 2. a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi daxuyaniyeke nivîskî hatin eşkerekirin.

Kongreya 2. a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, di 30-31'ê Gulanê de bi beşdariya 400 delegeyan li çiyayê Şengalê hate lidarxistin. Encamên kongreyê bi daxuyaniyeke nivîskî hatin eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de li ser encamên kongreyê ev agahî hatin dayin:

"Meclîsa Avaker a Şengalê di navbera 30-31 Gulana 2017’an de Kongreya xwe ya 2. pêk anî. Kongre bi tevlîbûna 400 delegên Şengalê û mêvan ku ji Êzîdiyên Ewropa û Rojava li çiyayê Şengalê hat lidarxistin. Di kongreyê de rapora xebatên du sal û nîv hate xwendin û nirxandinên girîng hatin kirin. Biryarên girîng li ser pêşeroja gelê Şengalê hatin dayin û meclîsa ji 101 kesan hate hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye, gelê Şengalê piştî fermanê bi Konferansekê di 14.1.2015'an de bi navê Meclîsa Avaker xwe îlan kiribû. Ji ber ku em gelê Şengalê tevî hemû zor, zehmetiyan me axa xwe berneda, lewma ev meclîsa me ya ku derketibû vîna me ya herî rewa bû. Gelê Şengalê ku neçar mabûn koçber bibin jî, wan jî meclîsa me wekî îradeya xwe nas kirin û ji bo wan jî bibû hêviya vegerandinê. Meclîsa Êzîdxanê bibû xwedanê risteke girîng a siyasî û civakî. Lewma  roj bi roj jiyana gelê Êzîdiyên Şengalê hûnand û gihand asta rêxistinî. Meclîsê di destpêkê de li gund û bajarokan meclîs û komînên xwe ava kirin. Ev jî ji bo bingehek ku gelê Şengalê ji aliyê siyasî ve hêza xwe kombike û nûnertiya vîna xwe bike. 

CIHÊ JINÊ Û GIRÎNGIYA PERGALA HEVSEROKATIYÊ

Piştî pêngava xwe birêxistinkirina hemû navçe û gundên Şengalê Meclîsa Avaker xwe weke kongreyeke vesaz kir. Ji nav û heta naverokê Kongreyê misyona xwe mezin û berfirehtir kir. Kongre bi pergala Hevserokatiyê re biryareke nû girt û pêk anî. Ji ber ku sê sal in li çiyayê Şengalê jinên Êzidî xwe di her qadê civakê de gihandin asteke baş, lewma di nava organa Kongreyê de jî pêdivî hat dîtin ku nûnertiya jin jî cihê xwe di hevserokatiyê de bigre û di hemû meclîs û komînan de ev pergala hevserokatiyê û nûnertiya hevbeş a jin û zilam were pêkanîn.  

PÊDIVIYA NIHA YA GELÊ ME BI XWESERIYA DEMOKRATÎK Û SIBEROJA AZAD HEYE

Di nava du salan de Meclîsa ku navê wê Meclîsa  Avaker bû mîsyona xwe temam kir û xwe bi navê meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê vesaz kir. Kongreya me ya duyemîn ew vîna ku derxist holê, ji rist, erk û berpirsiyartiya wê ji  meclîsa berê befirehtir bû. Ji ber ku di şert û mercên  ku konferansa me ya 1. pêk hatî de gelê Şengalê li çiyê dima û pêdiviyên jiyanê temînkirin hebû. Lê  niha pêdiviya gelê me bi xweseriya Demokratîk û pêşeroja azad heye. Ev jî her wiha parastin, perwerde û li hemû qadên civakî vîna xwe ya cewherî û pergala xwe rûniştandine. Ev meclîsa ku di Kongreyê de hat hilbijartin xwedî berpirsiyartî û statuya xwe bi saziyên navneteweyî û desthilatdarên eleqeder re dayîna pejirandin e.     

Bi vîna kongreyê meclîsa ku derket wê di demekê kurt de desteya xwe ya Rêveber derbixe. Her wiha meclîsa me biryar girt ku di demekê kurt de ji bo ku pirsgirêkên Êzîdiyên Şengalê projeyan ava bike û ji raya giştî û ji aliyên eleqeder re pêşkêş bike. 

Kongre ji bo ewlekirina mafê Êzîdiyan û li ser perspektîfên siyaset û diplomasiyeke hevbeş ya Êzidiyan nêzikbûneke hevbeş esas girtiye.  

Li  ser bingehê pejirandina statuya gelê Şengalê Rêvebertiya Xweseriya Şengalê û Êzîdiyan çareseriyeke mayînde esas digre. Di serî de diyarkiriye ku bi hikumeta Iraq û hukumeta herêmî re û bi hemû aliyan re  ji bo hevdîtinan re vekiriye.

BANGA JI BO KOMBÛNA LI BINÊ BANÊ FERMANDARIYEKE HEVBEŞ

Mijarekê din ku kongreyê bi dest girtiye jî hemû sazî, dezgeh, rêxistinên ji bo doza Êzîdiyane hene, ger ku parçebûnê neke ev meclîs, hembêz dike û tu ferq û cudatî naxe navbera wan. 

Kongreya me hemû hêz û cematên ku serbixwe ne û parastina Êzdiyan esas digre nas dike û bangewazî dike ku di bin fermanadariyekê hevbeş de kom bibin. Kongire di vê mijarê de meclîsê erkdar kiriye ku ji bo yekitiyê xwediyê rist be û di vê mijarê de wê rista xwe jî bilîze . 

Kongreya me hewldanên yekîti û hevgirtina civaka Ezîdi girîng dibîne û piştgiriyê dide. Li ser vê esasê ji bo Kongreya Êzîdiyan ya cîhanê ku li ser perspektifê yekitiyê ew ê pêşkeve, li Berlînê konferansa xwe kom kiribû piştgiriyê didê û xwe weke perçeyê vê yekîneyê û platforumê dibîne û berpisriyartiya pêwîst esas digre. 

BILA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ, FERMANA 3'Ê TEBAXA 2014'AN WEKE JENOSÎDÊ QEBÛL BIKE

Ji bo yekitî û pêşeroja civaka Êzîdî, em bangewazî dikin ku fikrên wan ên siyasî û partiya wan kîjanî dibe bila be, ji berjewendiyên partî, malbat û eşîret zêdetir, berjewendiyên yekîtiya civaka Êzîdî esas girtin e.

Dîsa em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin; ku  ferman di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser Gelê Şengalê hat kirin weke jenosît qebûl bike. Yên ku rê li ber vê jenosîtê vekirin û bi xwe jenosît pêkanîn  di dadên navnetewî de bên darizandin.

Gelê Êzîdî xwedî bawerî û çandekê herî kevinare, bi dehan car rastê fermanan hatiye û bi tinebûnê re  rû bi rû maye. Kongreya me bang li saziyên Navnetewî dike ku ji bo baweriya Êzîdîtî û nirxên wê yên çandî bên parastin tedbirên pêwîst  bigre.

Civaka Êzîdî piştî Fermanê bi rengekê fîlî xwe birêve dibe, ji bo ku ji aliyê saziyên navneteweyî ve statuya wê li ser esasê xweseriyê bê naskirin û dewletên pêwendîdar di zagonsaziya xwe de ev rewş bi ewle bikin, biryarên pêwîst divê ku werin dayîn.  

JI BO VEGERA ŞENGALIYAN Û JI NÛ VE AVAKIRINA ŞENGALÊ, BANGA PIŞTGIRIYÊ

Her wiha di fermana dawî de Êzidiyên Şengalê belavê hemû cîhanê bûn, ji bo ku careke din bizivirin welatê xwe û ser axa xwe projên vegerê û ewlekirina jiyana wan pêşxistin û ji bo xebata avakirina Şengala nû piştgirî dayîn tê xwestin. 

Piştgiriyê ku ji bo Şengalê were dayîn muhatabê wê ne hukumeta herêmî an jî Iraqî ye, ji bo ku fersenda rant û berjewendiya siyasî bi destên hukumeta heremî nexin, bi navbenkariya înîsiyatîfa medenî û xwe cihî dayîn tê xwestin."