Encamên konferansa 4'emîn a Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê

Endamên Rêveberiya Komeleya Ciwanên Welatparêzê Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer têkildarê naveroka konferasa xwe ya 4’mîn ji ANF’ê re axivîn.

20’ê Tebaxê Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarê Kerkûkê bi dirûşmeya “Bi ramanê Rêber Apo rêxistin dibin, îxanet û dagirkeriyê tine dikin" 4’mîn konferansa xwe lidar xist.

Têkilî naveroka konferansê, armanca wê û biryarên hatin girtin endamên rêveberiya giştî ya komeleyê ji ANF’ê re axivîn.

Endamê Rêveberiya Giştî ya Komeleya Ciwanên Welatparêz ê Kurdistanê Karzan Osman ku di heman demê de endamê dîwana konferansê bû di serî de konferans li hemû ciwanên waletparêz ê Kurdistanê pîroz kir û têkildarî armanca lidarxistina konferansê got; “Ev konferanse hewldaneke ji bo rêxistinkirina ciwanan a li Başûrê Kurdistanê ye. Eger ciwanên Başûrê Kurdistanê bikarin xwe nû bikin, ji bo li hemberî vê dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê heyî xwedî plan bin û bikarin li beramberî wê şerê taybet a li hemberî ciwanên Başûrê Kurdistanê tê rêvebirin rawestin wê teqez ev konferans serketî be.”

'CIWANAN NEÇAR DIKIN KU WELAT BITERIKÎNIN'

Osman bal kişande ser polîtîkayên koçberkirina ciwanan a li ser ciwanê Başûrê Kurdistanê û wiha pêde çû: “Niha gelek ciwanên Başûrê Kurdistanê welat diterikînin û berê xwe didin welatên Ewropa, ji ber şerê taybet ê ku li ser ciwanan tê rêvebirin ciwan pir bê bandor û bê hêvî bûne. Em jî bi vê konferansê hewl didin ku zêdetir ciwanan rêxistin bikin û cihê kêfxweşiyê ye ku hejmarek zêde ji ciwanên ji hemû navçeyên Başûrê Kurdistanê tevlî vê konferansê bûn.”

'JI BO KU CIWAN KARIBIN BI XURTÎ ÇALAKIYÊN XWE DEWAM BIKIN'

Endama Rêveberiya Jinên Ciwan ên Têkoşer Şatû Mihemed jî qala girîngiya vê konferansê kir û got, “Girîngiya lidarxistina vê konferansê ev e ku niha rewşa Başûrê Kurdistanê pir dijwar û hestiyare, lewre me bi baş zanî ku di demekE wiha de ji bo nûbûyîn û rêxistinkirina ciwanan vê konferansê lidar bixin da ku ciwan bikarin bi hêrsekE mezintir çalakiyên xwe berdewam bikin.”

Mihemed her wiha işaret bi plan û encamnameya konferansê kir û ragihand, “Di vê konferansê de bi dengdanê çendîn plan û biryarên girîng hatin pejirandin. Piştî gotûbêja endamên konferansê ya li ser pêşniyar û nêrînên hatin kirin, ketin dengdanê û çend xal wek encamnameya 4.’mîn Konferansa Komeleya Ciwanên Welatparêz hatin diyarkirin.”

Şatû Mihemed wiha xalên encamnameya konferansê rêz kir:

"1- Li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan, li gel şermezarkirina bê helwestiya Yekîtiya Ewropa û cîhanê, em ê asta têkoşîna azadî ji bo Rêber Apo bilindtir bikin.

2- Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û hemû dagirkerên her çar beşên Kurdistanê bi taybet li ser Şengal û Başûrê Kurdistanê, em ê bi her awayî têkoşîna xwe bilindtir bikin.

3- Li ser bingehê yekîtiya neteweyî em ê piştgiriya şoreşê ya li beşên din ên Kurdistanê bikin û hemû yên dijberiyê dikin şermezar bikin û li dijî wan aliyên ku xeta xiyanetê li Kurdistanê bingeh digirin û Kurdistanê difroşin bisekinin. Ji bo vê yekê hemû cure çalakî wek erkê xwe dizanin û em ê mezin û berfireh bikin.”

4- Li hemberî siyaseta birçîkirin û bê îradekirina ciwanan û bikaranîna civakê ji bo siyasetên eşîrî û hizbîtiya teng têkoşîkirinê bi erkê xwe dizanin.

5- Bi armanca dawî anîna teror û hemû êrişên li ser gelê me, pêşxistina feraseta parastina rewa ya ciwanan erkê xwe dizanin.

6- Li bermberî sîstema ku li Başûrê Kurdistanê îflas kir, avakirina sîstema alternatîf a xwerêveberiya demokratîk bi erkê xwe dizanin.

7- Piştgiriya Xwerêveberiya Şengalê dikin, her wiha sîstema bi armanca bi hev re jiyana gelan ji bo Kerkûk û Başûrê Kurdistanê rast dibînin û em ê ji bo wê têkoşîn bikin.

8- Ji bo azadiya girtiyên ku di çarçoveya azadî û mafê gel li her çar beşên Kurdistanê têdikoşin û li ber xwe didin, heta dawiyê têbikoşin, bi taybetî ji bo wan girtiyên dema dawî ku li Behdînanê hatibûn girtin û ciwanên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê destgîrkirî (Kemal Kerkûkî, Eyûb Kerkûkî û her 3 hevalên jin ku ji bo piştevaniya Şengalê çûbûn û hatibûn destgîrkirin), di çarçoveya danasîna bê tawaniya wan û hewldan û têkoşîna mafê rewa yê wan de hewl bidin û ji bo azadiya wan têbikoşin.

9- Li dijî her cure qirkirina çandî têkoşîna xwe didomînin û erkê me parastina çand û cewhera civakê ye.

10- Festîvala Şehîd Genco Heseke her salê were lidarxistin.

11- Ji bo pûçkirina şerê taybet û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û ji bo hişyarkirina ciwanan li hemberî êrişan, karekî bîrdozî û çalakiyên cur bi cur birêve bibin.

12- Ji bo rêxistinkirina xebatê werzişî yê alternatîf li hemû herêman dest bi kar bikin.

13- Di çarçoveya nêrandina civaka jîngeparêz xebatên xwe firehtir bikin.

14- Bi çalakî û pîrozbahiyan roj û merasîmên dîrokî yên gelê Kurd pîroz bikin.

15- Li beramberî her cure rewşeke awarte ya nav civakê de pêwîste helwest bê girtin û çalakî bikin.

16- Ji bo nasandina şehîdan û navdarên gelê Kurd xebatên nivîs, semînar û sînevîzyon (kurte fîlm) bidomînin.

17- Li hemberî koçên komî yên ciwanan ên ji bo derveyî welat xebata bîrdozî û danasîna dîrok û rastiya Kurdistanê bê rêvebirin.

18- Pêşxistina pêwendiyan bi ciwanên din ên ji neteweyên din (wek Ereb, Tirkmen û hwd) re û rêxistinkirina wan bi erkê Ciwanên Welatparêz dizanin."

ANF | Komeleya Ciwanên Welatparêzê Kurdistanê 4'emîn konferansa xwe lidarxist (anfkurdi.com)