Hunermendên Koma Hevra hatin binçavkirin

Hunermendên Koma Hevra yên ku roja Yekşemê bi beşdariya hezaran kesî li Qada Şêx Sêîd a Amedê konser da, piştî serdana MED-DER'ê hatin binçavkirin.

Hunermendên Koma Hevra piştî konserê serdana Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) kirin. 

Hunermendên komê piştî ku ji komeleyê derketin ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û hatin binçavkirin. 

Polîsan gotin ku der barê Zeynep Dogan, Gencay Morkoç û Yûsûf Keleş de biryara binçavkirinê heye.

Hate hînbûn ku hunermendên komê yên ku birin Midûriyeta Polîsan a bajêr, ji ber stranên Kurdî yên di konsera roja Yekşemê de gotine hatine binçavkirin.