Komeleya Ciwanên Welatparêzê Kurdistanê 4'emîn konferansa xwe lidarxist

Komeleya Ciwanên Welatparêzê Kurdistanê bi tevlîbûna endamên rêxistinên xwe yên li herêma Başûrê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê 4’mîn konferansa xwe lidarxist.

Konferans saet 10:00’an bi dirûşmeya “Bi ramanê Rêber Apo rxêistin dibin, îxanet û dagirkeriyê tine dikin” li bajarê Kerkûkê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpêkir.

Salona Konferansê bi wêneyên şehîdên ciwan “Şehîd Qendîl, Şehîd Sarîna, Şehîd Rêbîn û Şehîd Şaciwan” hatibû xemilandin, di heman demê de pankartên li ser wan dirûşmeyên taybet ên ciwanan hatibû nivîsandin hatibû vekirin.

Axaftina vekirina Konferansê ji aliyê nivîskar û şîrowekarê siyasî Hesen Cûdî hat pêşkêşkirin. Cûdî di destpêka axaftinê de têkoşîna gerîlayên ciwan ên li Zap, Avaşîn, Metîna û Heftanînê silav kir û bal kişande ser girîngiya konferansê ya di demek wiha de.

Cûdî di dewama axaftina xwe de got ku dagirker hewl didin ciwana ji welatê xwe dûr bixin û bikin penaber, ger bi vê şêwazê nekaribin wê carê bi şerê taybet û şer pêş dixin û bi vê yekê re hewldidin vîna ciwanan bitirsînin.

Hesen Cûdî her wiha bal kişande ser girîngiya dîroka ciwanên Apoyî yên li Başûrê Kurdistanê diyar kir, “Ev têkoşîna li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Şehîd Helmet, Viyan Caf û Cotkar hatiye avakirin û ji wê rojê heya niha bê navber didome. Niha jî çarenûsa gelê me di destê ciwanan de ye, ji ber ku ciwan xwedî hêzekî mezin in û dikarin bi vîna xwe pêşeroj û çarenûsa gel diyar bikin.”

Piştî axaftina Cûdî perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo ciwanan hat xwendin û piştre ji bo rêvebirina konferansê dîwan hat hilbijartin.

Rapora 2 salan ya kar û xebatên ciwanan hat pêşkêşkirin.

Piştre Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên axaftinek kir û rewşa siyasî ya li herêm, Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdistanê nirxand.

Hisên di beşek ji nirxandinên xwe de bal kişande ser siyasetên şaş ên hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ya li beramberî ciwanan û diyarkir, “Desthilata herêma Kurdistanê niha gelek ciwan girtine, bi çend hêcetên qelp ve ceza dide wan da ku îradeya ciwanan pêş nekeve, lê kombûyîna ciwanan ya di vê konferansê de ku rewşa Kurdistanê nîqaş dike bi serê xwe xalek girînge ku dibe hêvî û îrade ji bo li hemberî siyasetên desthilat ên ku hewl tê dayîn ciwanan bê îrade bikin û ji welat dûr bixin û bikin penaber bisekinin.”

Piştî axaftina Tara Hisên konferans bi beşa gotûbêjkirina kar û xebatên 2 salan yên ciwanan dom kir.

Di nîqaşan de hat gotin ku divê ji bo 2 salên pêş me xebatek zêde ji bo derbaskirina kêmasiyan bê kirin û xebatên hatinî kirin jî werin mezinkirin.

Di dawiya nîqaşan de pêşniyar û nêrînên hatibûn ziman ketin dengdanê û di encamê de hin xal wek encamnameya 4’mîn Konferansa Komeleya Ciwanên Welatparêzê Kurdistanê hat diyar kirin.

Di nava xalên biryar yên hatinî girtin de bal hatiye kişandin li ser rêvebirin û bilindkirina asta xebat û têkoşîna ji bo şkandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bilindkirina têkoşîna li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û hemû dagirkerên her çar beşên Kurdistanê bi teybetî li ser Şengalê û Başûrê Kurdistanê, pêşxistina feraseta parastina rewa bi armanca bidawî kirina teror û hemû êrişên li ser gelê Kurd, têkoşîna li hemberî siyaseta hejar û bê îradekirina ciwanan û bikar anîna civakê ya ji bo siyasetên eşîrgerî û hizbîtiyê, pêşxistina sîstema alternatîf ya xwerêveberiya demokratîk li beramberê sîstema ku li Başûrê Kurdistanê heye û gelek xalên din ên têkildarê bihêzkirina rêxisngeriya ciwanan ya li Başûrê Kurdistanê.

Di dawiyê de ji bo endamên meclîsa nû ya Komeleya Ciwanên Welatparêzê Kurdistanê hilbijartin çêbû û 15 ciwan ji bo meclîsê hatin hilbijartin.

Axaftina girtina konferansê ji aliyê Berpirsê Têkiliyan a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hisên Kerkûkî hat kirin.