HEVPEYVÎN

Emer Saleh: Divê gelên Iraqê li dijî serdana Erdogan derkevin!

Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Emer Saleh diyar kir ku Erdogan ji bo pêkanîna Mîsak-i Mîllî serdana Bexdayê dike û got: “Ti feydeya Iraqê ji serdan û hevdîtina bi Erdogan re nîne. Lazim e berteka gelên Iraqê li dijî serdana Erdogan a Bexdayê hebe.”

SERDANÊN ERDOGAN ÊN LI IRAQÊ

Dewleta Tirk a dagirker ji bo li Başûrê Kurdistanê operasyoneke nû ya dagirkeriyê pêşbixe hevdîtinên xwe yên bi PDK’ê û Iraqê re zêde kirine. PDK ku ev demek e dirêj e axa Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya dewleta Tirk re vekiriye, bi hemû hêza xwe ve amadekariya vê konsepta şer dike. Dewleta Tirk ji bo di vê êrîşê de biserkeve dixwaze Iraqê jî bikşîne nav vê konsepta şer û ji bo vê zextên li ser Iraqê zêde kirine. Piştî çend hevdîtinên di navbera şandeyên Iraqê û dewleta Tirk de, Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan wê di 22’yê Nîsanê de serdana Bexdayê bike û hewl bide Iraqê jî bike hevkarê êrîşên xwe yên li herêmê.

Rojev û plansaziya dewleta Tirk a ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê li ser gelên herêmê bi taybet jî li ser civaka Êzidî û stargeha wê Şengalê rê li ber xeteriyên nû vedike. Gelê Şengalê xwe amade dike ku li dijî siyaseta dagirkeriyê dest bi pêngaveke berxwedanê bike. Serokê Desteya Eşayîrî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Emer Saleh der barê serdana Erdogan a Bexdayê, xeteriya plana Mîsak-i Mîlla ya li ser Iraqê û Şengalê, her wiha helwesta civaka Êzidî ji ANF’ê re axivî.

Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Emer Saleh destnîşan kir ku di rojeva dewleta Tirk de siyaseta Mîsak-î Mîllî heye û Erdogan li ser vê esasê wê serdana Bexdayê bike û got: “Dewleta Tirk dixwaze weke sedsala borî Mîsak-i Mîllî pêk bîne. Hedefa esasî ya dewleta Tirk ew e ku axa Iraqê weke sedsala borî bidest bixe. Dixwaze Kerkûk û Mûsilê bidest bixe. Dewleta Tirk behsa Garê, Metîna û Avaşînê dike, heya niha bi dehan caran êrîş birine ser lê ti carî bi ser neketiye û her dem bi bin ketiye.”

‘GELEK HÊZÊN IRAQÊ NE BI ERDOGAN RE NE’

Emer Saleh da zanîn ku her çiqasî dewleta Tirk behsa lihevkirina xwe ya bi Iraqê re dike jî rastiya Iraqê ne di wê astê de ye û rewşa heyî wiha şîrove kir: “Li Iraqê di nav dewletê de gelek sazî hene, saziyên leşkerî hene. Gelek ji wan hêzan ne bi biryara Erdogan re ne. Erdogan derbasî kîjan cihî bibe êdî dest ji wê dere bernade. Weke mînak li Başîka, Amediyê, Şêladizê baregehên wê hene. Niha ne Iraq ne jî herêma Kurdistanê nikare wan derxe. Efrînê dagir kir û niha hêzên weke DAÎŞ’ê lê ne. Dewleta Tirk dixwaze Mûsil û Kerkûkê jî weke Efrînê dagir bike. Ev siyaset xeteriyeke mezin e li ser dewleta Iraqê. Lazim e berteka gelên Iraqê li dijî serdana Erdogan a Bexdayê ya 22’yê Nîsanê hebe.”

‘TI FEYDEYA IRAQÊ JI SERDANA ERDOGAN NÎNE’

Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Emer Saleh der barê encamên siyaseta dagirkeriyê de Iraq hişiyar kir û wiha berdewam kir: “Îro roj ti feydeya Iraqê ji serdan û hevdîtina bi Erdogan re nîne. Xalên ku dewleta Tirk li ser Iraqê ferz dike yek jê jî ne di berjewendiya Iraqê de ye. Di dema Sedam Hisên de dewleta Tirk nekarî ava Iraqê deqeyek jî qut bike. Eger îradeya dewleta Iraqê hebe wê qebûl neke dewleta Tirk gefê lê bixwe. Balafirên dewleta Tirk ji Şengalê heya Mexmûrê û Başûrê Kurdistanê 24 saetan digerin, Iraq lazim e van tiştan ji xwe re qebûl neke.”

‘PDK HEM DIJMINÊ KURDAN E Û HEM JÎ DIJMINÊ IRAQÊ YE’

Emer Saleh balê kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û wiha domand: “PDK ji êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û çiyayên azad agahdar e û her wiha alîkariyê dide wê. Fûad Hisên jî Rêber Ehmed jî girêdayî PDK’ê ne. Dewleta Tirk zimanê Kurdî qebûl nake wê çawa Başûrê Kurdistanê nas bike. Îro çend rayedarên PDK’ê hevkar û alîkarê dewleta Tirk in. PDK bi vê siyaseta xwe dijminatiya netewa xwe dike, dijminatiya Iraqê dike. Dewleta Tirk ji bilî dewleta xwe tiştekî din qebûl nake. Dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê jî weke Efrînê dagir bike.”

‘KAMPÊN PDK’Ê JI BO ÊZIDIYAN CIHÊN HERÎ XETERE NE’

Di berdewamiya axaftina xwe de Emer Saleh biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo vegera Êzidiyan û doza ku li dijî rayedarên PDK’ê li Dadgeha Federal a Iraqê hatî vekirin jî nirxand û got: “PDK ji ber hilbijartinan û siyaseta xwe rê li ber Êzidiyên li kampan venake. Eger deriyên kampan were girtin ev ji bo PDK’ê zirareke mezin e. Heta ji dest hat wê hewl bidin rêya vegerê bigirin. PDK bi zext û dirav, bi koçberên Êzidî meş dide kirin da ku venegerin Şengalê! Gelê me dixwaze vegere, lê ji ber zext û gefên PDK’ê nikarin vegerin. Dema veger jî çêdibe, bi hevkariya PDK’ê dewleta Tirk êrîşî Şengalê dike. Em dixwazin gelê me zanibe, cihê herî xetere ji bo wan kampên PDK’ê ne.”

‘HIN KES LI SER NAVÊ EŞÎRAN JI BO BERJEWENDIYÊN XWE TEV DIGERIN’

Emer Saleh, rexne li hin kesan kir ku ji bo berjewendiyên xwe li ser navê civaka Êzidî li Mûsil û Bexdayê tevlî civîn û konferansan dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hin kesan birin civîna Mûsilê, gotin ev serokeşîrên Şemalê ne. Ya rast, her yek li gorî sere xwe çû. Baweriya gel bi wan kesan nemaye. Lazim e herkes zanibe bêyî gel kes nikare tiştekî bike. Lazim e em bi bernameyekê, xebatên vegera gel bimeşînin û hêza xwe xurt bikin. Eger siberoj êrîşek, şerek çêbibe hêza me dikare Şengalê jî derdora Şengalê jî biparêze.”