‘Em soz didin ku li ser doza şehîd Navdar berdewambin’

Di konê sersaxiyê yê şehîdê QSD’ê Mihemede Hisên bi nasnav Navdar Kerkûkî de hevalên wî li ser jiyana wî axivîn û gotin: “Şehîdbûna heval Navdar ji bo xebatên Kerkûkê êşeke mezin e.

Şehîd Mihemed Hisên bi nasnav Navdar Kerkûkî , li Kerkûkê yek ji endamê çalakvanên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê bû. Piştî destpêkirina êrîşên dewleta Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistanê, biryar da ku beşdarî berxwedana Rojavayê Kurdistanê bibe.

Şehîd Navdar li Rojavayê Kurdistanê di berxwedanek birûmet ya li dijî dewleta dagirker ya faşîst a Tirkiyê û çeteyan de, bi qehremanî li navçeya Serêkaniyê şehîd bû. Duh jî bi merasîmek birûmet cenazeyê şehîd Mihemed Hisên li Goristana Rehîm Awa hate veşartin. Konê sersaxiyê jî li Taxa Rehîmawa ya Kerkûkê di roja duyemîn de dewam dike.

Hinek ji hevalên şehîd Navdar ji ajansa ANF’ê re qala rol û qehremaniya şehîd Navdar kirin ku çawan ji ciwanên Kerkûkê re pêşengtî dikir û xwe fedakir ji bo azadiya gelê xwe.

‘DI DEMEK KIN DE XWE PÊŞ XIST Û PÊŞENGTÎ KIR’

Zêbar Elî hevalê şehîd Navdar bû ku derbarê nasînkirin û kesayeta wî de axivî û got: “Her çiqas ne demek dirj bû ku min heval Navdar naskirî, lê dema beşdarê xebatên ciwanên welatpatêz bûyî gelek bi xwîngermî tevlî xebat û çalekiyan dibû. Di nava demek pir kurt de, xwe pêş zist û pêşengtî ji ciwanan re kir.

TEVLÎ SEFERBERIYA PARSTINA ROJAVA BÛ

Rêbaz Elî bi domdarî got: “Şehîd Navdar li navçeya Biradostê tevlî çalekiya mertalê zindî bû. Her wiha ji bo şehîd Navdar ew çend ne bes bû, hewl dida ku dixwest zêdetir di xebat û tekoşînê de rol bigre.  Demê seferberiya ji bo Rojavayê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, şehîd Navdar ji bo beşdarî berxwedanê bibe çû Rojavayê Kurdistanê. Heval Navdar di kar û xebatên xwe de kesayetekî gelek cidiye ku her tim ji bo ciwanan pêşeng bû. Em jî soz didin xeta ku li ser şehîd bûyî bişopînin.”

Yek ji hevalê din ê şehîd Navdar Soran Serdar qala tevlîbûna şehîd Navdar a nava xebatên Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê kir û diyar kir ku kesayetek jêhatî û demek kin de karî gelek karî bi ser bixe û bigihêje asta pêşengtiyê.

‘LÊ NENÊRÎ Û TEVLÎ BERXWEDANÊ BÛ’

Her wiha Soran Serdar di axaftinên xwe de qala vê jî dike di dema berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de şehîd Navdar ne karî weke temaşevan bimîne biryar da ku biçe Rojava têbikoşe.

‘EM Ê LI SER ŞOPA WAN BIN’

Di dawiyê de Serdar got: “Bi rastî şehîd bûna heval Navdar ji bo ciwanên welatparêz û xebatên giştî yên li Kerkûkê xemekî pir girane. Em wekî hevalên şehîd Navdar KerkûkÎ dest ji xeta ku li ser şehîd bûye bernadin.”